BI DÎMEN

Kalkan: Êrîşa komploya navneteweyî dikare bê têkbirin, ji vê yekê bawer bikin

Kalkan diyar kir ku Abdullah Ocalan li dijî sîstemeke ku rojê 10 caran dikare bikuje 25 sal in li ber xwe dide û got, "Ev yek çi nîşan dide? Sîstema Îmraliyê dikare bê parçekirin, azadiya Rêber Apo dikare bê misogerkirin. Divê mirov ji vê bawer bike."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan got, "Komploya Navneteweyî êrîşa herî hovane, bêeman û li dijî mirovahiyê ye. Ev yek rastiyeke. Lê belê ne êrîşeke welê ye ku neyê têkbirin. Komploya 9'ê Cotmehê li ser wê yekê hatibû plankirin ku di rojekê de, di kêliyekê de Rêber Apo îmha bike. 25 sal di ser re derbas bûn; hîn jî nekarî îmha bike. Piştre ji bo tunekirinê her roj êrîş kirin. sîstema Îmraliyê weke sîstemeke welê ava kirin ku her roj 10 caran mirovan bikuje. 25 sal in li dijî sîstema Îmraliyê li ber xwe dide. Rêber Apo 26 sal in li dijî êrîşa komploya navneteweyî li ber xwe dide. Hemû hate pûçkirin, hate têkbirin. Ev yek çi nîşan dide? Nîşan dide ku komploya navneteweyî dikare bê têkbirin. Sîstema êşkence, tecrîd û qirkirinê ya Îmraliyê dikare bê parçekirin. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikare bê misogerkirin. Divê mirov ji vê yekê bawer bike."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan di beşa duyemîn a nirxandina xwe de ku ji ANF'ê re kir, qala taybetmendiyên berxwedana Îmraliyê ya dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û bal kişand ser sekna hêzên azadîxwaz a li pêşberî vê berxwedanê.

Kalkan nirxandineke bi vî rengî kir:

Li dijî sîstema êşkence, tecrîd û qirkirinê ya Îmraliyê, taybetmendiyên berxwedana dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çi ne, ku 25 sal in dewam dike? Em dixwazin li ser wan rawestin. Li hemberî êşkence, tecrîd û qirkirina li Îmraliyê berxwedaneke çawa hate nîşandan?

25 salan Rêber Apo bi tena serê li biryargeha dijmin çawa li ber xwe da? Wî yên ku ew birin wêderê û dixwestin wî bidarizînin, darizand û di warê dîrokî de mehkûm kir. Berxwedaneke bi vî rengî xwe spart çi? Hêza xwe ji kuderê wergirt? Kîjan taybetmendiyên wî kir ku qasî 25 salan hem li ber xwe bide hem jî ev qas geşedanên dîrokî biafirîne. Em baş dizanin ku Rêber Apo tenê li ber xwe neda. Ew der ji xwe re kir navendeke hilberina teorîk. Veguherand navenda hilberindina fikir, veguherand akademî û dibistanekî. Zihniyet û şoreşa wijdanê ya di dîrokê de herî mezin pêk anî. Şoreşa entelektuel pêk anî. Paradîgmayeke nû afirand ku pirsgirêkên Kurd, jinan û hemû bindestan çareser dikir û rêya rizgariyê nîşan dida. Di holeke bi vî rengî de ku her kêlî, her saniyeyê zexta dijmin tê hîskirin, zexta fîzîkî û psîkolojîk di asta herî pêş de ye, het tişt hatiye astengkirin, her kêlî di bin gefê de tê ragirtin, rû bi rûyê zextê dimîne, berxwedana herî mezin a dîrokê raber kir û şoreşa entelektuel a herî mezin pêk anî.

Gelo li ser çi esasê ev tişt pêk anîn? Divê em vê berxwedanê çawa fêm bikin? Divê li hemberî vê berxwedanê sekna me çawa be? Divê em xwe çawa nû bikin, pêş bixin? Divê em çawa xwe bigihînin hêze û tevlîbûneke rast ku nûneriya berxwedaneke wiha bike?

Divê hemû şoreşger û welatparêz rast bersiva van pirsan bidin. Em hemû, di serî de mîlîtanên PKK û PAJK’ê, yên dixwazin bibin hevrêyên Rêber Apo bersiva herî rast û têrker bidin. Divê vê rastiya berxwedanê baş hîs bikin. Divê bi kûrahî fêm bike. Divê li ser bingehê taybetmendiyên berxwedaneke bi vî rengî, şoreşa zihniyet û wijdanê pêk bîne û xwe nû bike, ji nû ve biafirîne, şoreşa xwe ya şexsî pêk bîne. Helbet divê vê şoreşê bijî û bide jiyîn. Divê li her deverê bixe pratîkê.

Beriya komploya 15’ê Sibatê jî heye. Komplo di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi derketina Rêber Apo ya ji Sûriyeyê destpê kir. Piştre şopandina herî giran a dîrokê çêbû. Ev yek hevkariya pêşengên sîstema modernîteya kapîtalîst, hêzên komploger DYE, Îngilistan û Îsraîlê bû. Em van baş dizanin. Van hêzan hemû derfetên xwe seferber kirin û hema bêje xwestin vê cîhanê li Rêber Apo teng bikin. Her cure hêza dewlet û desthilatdariyê qasî pêdiviya xwe di vê êrîşê de bi kar anîn. Xwestin Bi êrîşa qirkirina navneteweyî Rêber Apo îmha bikin. Bi vî rengî PKK’ê tasfiye bikin û qirkirina Kurd bigihînin encamê. Ji bo vê jî mîna nêçîra bi komî û şopandinê, berê xwe dan Rêber Apo. Hedef teng kirin û biçe kuderê, xistin bin şopandina herî giran a dîrokê. Li Rûsyayê ev yek kirin, li Romayê kirin, li Yewnanistanê kirin, li Kenyayê kirin. Bi dehan êrîşan xwestin, Rêber Apo îmha bikin. Rêber Apo bi tena serê xwe ev êrîş, hemû pûç kirin. Her cure plana êrîşê têk bir. Helbet komplo jî teşhîr kir. Mesele 15’ê Cotmehê li Rûsyayê, piştre jî 25’ê Cotmehê nirxandinên piralî kir û êrîşa komploya navneteweyî teşhîr kir. Li Romayê bang li civakê kir ku li dijî komployê bi hestiyar bin. Bi deh hezaran Kurd û sosyalîstên demokratîk, qadên Romayê tejî kirin. Bi hefteyan nobet girtin. Di serî de li zindanan, li her qadê li ser bingehê dirûşmeya ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ berxwedaneke fedayî ya mezin pêş ket. Xwedî derketina li Rêber Apo pêş ket. Ji gerîla heta gelê welatparêz, jinan, ciwanan, zarokan, kalan, mirovên li her deverê ji bo xwedî li Rêber Apo derkevin çalakiya fedayî kirin. Li dora Rêber Apo ji agir xelek çêkirin. Li dijî êrîşa komploya navneteweyî, bi cesareteke mezin meşiyan û ji komployê re gotin raweste. Hêzên komploger hişyar kirin. Wezîrê Karên Derve yê DYE’yê yê wê demê ku komploya navneteweyî pêk anî û bi rê ve bir, bi gotina “em li benda bertekê bûn, lê em ne li benda ev qasê bûn” mezinahiya berteka gelê Kurd û dostên wê ya li dijî komployê îtîraf kir. Tirsa xwe ya ji bertekan, eşkere kirin.

Li ser vê esasî, hêzên komploger ên ku nekarîn Rêber Apo îmha bikin, weke pêngava duyemîn a êrîşê komploya 15'ê Sibata 1999'an pêk anîn. Ev çi bû? Armanc ji Kenyayê revandin, radestî Tirkiyeyê kirin û darvekirina wî misoger kirin bû. Di 15'ê Sibatê de ev komplo pêk anîn û Rêber Apo xistin nava sîstema Îmraliyê. Yên ku ev komplo pêk anîn ew hêzên ku Kurdistan kirine çar parçe û ev 100 sal in li dijî civaka Kurd êrîşa qirkirinê, pêk anîne. Ji ber ku Rêber Apo vîna hebûn û azadiya Kurdan bû, kirin hedef. Bi tinekirina wê îradeyê re armanc kirin ku avaniya wê ya rêxistinî, PKK'ê tasfiye bikin û qirkirina Kurdan a li ser bingeha wan pêk bînin. Sîstema Îmraliyê wan amade kir. Sîstema wan bû. Komploya 15’ê Sibatê wan organîze kir. Rêber Apo ji bo rola Tirkiyeyê di komployê de gotibû, “Rola Tirkiyeyê di komployê de ji bilî gardiyantî ne tiştek din e.” Dewleta Tirk di vê komployê de tenê karî rola gardiyantiyê bike.

Em helwesta Rêber Apo ya li dijî êrîşa 15’ê Sibatê dizanin. Di pareznameyên xwe de nivîsandibû ku ji ber bertekan ew pêşî biryar daye ku neaxive. Lê di nava saetek, du saetan de rewşê carek din dinirxîne û pêşbînî kir ku ji xwe komploger dixwazin her tişt di nava tarîtiyê de bihêlin.

Piştre, diyar kir ku ew gihîştiye wê encamê ku bi têkoşîna li dijî komployê re pêwîste ev armanc were vala derxistin û ji bo têkbirina vê komployê helwesta xwe guherandiye û têkoşîn esas girtiye. Rêber Apo li dijî darvekirina komploya 15’ê Sibatê çawa sekini? Agahiya pêşî wisa şandibû û gotibû, “Ez her tiştê xwe, ji serê têlê porê xwe heta neynûkên lingên xwe lêpirsîn dikim. Bila hemû hevrê jî wisa bikin. Em ê di nava lêpirsîneke mezin de derbas bibin. Em ê guhertin û veguhertinê pêk bînin. Ji ber ku êrîş ewqas giran e. Ji bo ku em van êrîşan rast fêm bikin û li gorî wê têkoşînek serkeftî pêk bînin, divê em di her alî de xwe lêpirsîn bikin. Divê em di aliyê zihniyet, wîjdan, şêwaz, kesayet, rêxistin, pergal û armanc de, ji her alî ve guhertin û veguhertinên esasî pêk bînin. Divê hemû hevrê wisa nêzî pêvajoyê bibin” û li ser vê esasê Rêber Apo li dijî êrîşa darvekirinê têkoşiya. Di parastina xwe ya nivîskî ya bi sernavê “Deklarasyona Çareseriya Demokratîk a Pirsgirêka Kurd” de komplo û armancên wê eşkere kir û herî zêde jî li ser aliyên komployê ku Tirkiye dike hedef sekinî. Bi analîzkirina armancên komploya li hemberî Tirkiyeyê, hewl da derdora Tirkiyeyê hişyar bike.

Li aliyê din li dijî polîsan helwestek nû nîşan da li dadgehê, helwesta ku hêzên komplogere pêşbîn dikir yek jî nîşan neda. Berovajî, bû xwedî helwest û seknek ku komployê vala derxe û têk bibe. Hawirdora dadgehê weke zemîna ku ji raya giştî û gelên Tirkiyeyê re peyamekê bide hate bikar anîn. Rêber Apo banga çareseriyê kir. Di serî de ji bo pirsgirêka Kurdan û ji bo pirsgirêkên ku Tirkiyeyê xistine nava qeyranan û ji bo bidawî bûna şerê dîrokî ya ku bi pirsgirêka Kurd re derketiye holê, banga aştiyê kir. Kesî ev yek hêvî nedikir.

Her kes difikirî ku Rêber Apo wê şerekî ji rêzê bike. Ji ber ku wisa Rêber Apo nas kirine. Ji bo Rêber Apo digotin “terorîst”, “hov.” Digotin, ‘Ji bilî çekê tiştek nizane.” Yên ku nivîsîbûn û gotibûn ku ew ê parastinê neke jî hebûn. Difikirîn ku ew ê şerek bêser û ber bike û ev yek dê rê li ber darvekirina wî veke. Lê belê hem di lêpirsînê de û hem jî di dadgehê de rastî kesayeta Rêber Apo ya polîtîk, bi sebir, bi helwesta rast, kûr, fikir û nêzîkatî hatin. Rêveberên Tirk ên ku lêpirsîn dikirin, mîna hêzên komploger li qada dadgehê li pêşiya tevahiya raya giştî rastî rastiya Rêber Apo hatin. Bi vî awayî di têkbirina armancên hêzên komploger de gaveke girîng avêt. Piştre li dijî komployê di 2’ê Tebaxê de ji bo agirbesta bêdem bang kir. Banga vekişîna gerîla kir. Piştre jî di destpêka Cotmehê de ji çiyê û Ewropayê bang komên aştiyê kir. Bi van helwestan, li dijî armanca darvekirina ku ji aliyê komplogeran dihat kirin, vala hat derxist û têkoşîna vê da. Tevgera me û gelê me jî tevlî vê têkoşînê bûn û piştgirî dan Rêber Apo. Desteka ku Rêber Apo dixwest bi her awayî hat dayîn. Ya herî girîng jî, bi mezinbûna xwe re, xwe di nava yekîtiyê de hişt û weke tevger û gel li dora Rêbertî bûn xelek û li dijî darvekirinê desteka têkoşînê hat dayîn. Di encamê de dewleta Tirk ji darvekirinê tirsiya. Dît ku darvekirin dê weke bûyereke ku wê zerarke mezin bide wî, dê rê li ber serhildana û berxwedana Kurdan veke. Dewleta Tirk vê yekê li gorî berjewendiya xwe nedît, ji bo wê di hawirdorek weke Îmraliyê de bi polîtîkayên êşkence, tecrîd û qirkirinê ya dem dirêj re, îmhakirin esas girt û vê yekê li gorî berjewendiya xwe rastir dît. Di rastiyê de hikûmeta Ecevît di 11’ê Çileya 2000’an de, ragihandibûn ku ew ê darvekirinê pêk neyînin. Bi vî awayî di têkoşîna li dijî komplo û komploya navneteweyî de pêvajoyeke nû destpê kir. Têkoşîna li Îmraliyê destpê kir. Yên ku sîstema Îmraliyê ya êşkence, tecrîd û qirkirinê ava kirin gotin, "Li vir her roj mirov 10 caran dimire." Gotin, “Bi darvekirinê re mirov bi carekê re dimire. Lê li sîstema Îmraliyê ya êşkence, tecrîd û qirkirinê her roj mirov 10 caran dimire” û bi awayekî eşkere ji raya giştî re ragihandin ku sîstema Îmraliyê, sîstemeke ya îmhakirinê ye. Ev yek di weşanên çapemeniyan de hene ji xwe. 

Ecevît difikirî û bawer dikir ku hikûmeta wî bi projeyên mafên takekesî wê pirsgirêka Kurdan bi awayekî devkî çareser bike û berxwedana Kurdan tasfiye bike û bi vî awayî ji bo berjewendiyên xwe polîtîkaya rizandin û kuştinê ya bi demê re xistin dewrê. Rêber Apo di hawirdorek ku her cure zext û qedexe lê tê pêk anîn de ragirtin ku nekaribe bifikire û fikrê xwe hilberîne. Li gorî wan eger Rêber Apo nekaribe fikr hilberîne, PKK’ê jî wê nekaribe xwe nû bike û dê belav bibe. Li gorî fikrê wan PKK’ê wê biba gelek belavbûyî û Rêber Apo dê destek ji gelê belav bûyî negirta û ew ê gihiştibana armanca xwe. Hesabê wan ev bû. Li ser vê esasê her cure zext û zilm pêk anîn. Qet derfet nedan. Pênûs nedan, kaxiz nedan û pirtûk nedan. 24 saetan bê navber her cure zext pêk anîn. Tu kesî hesab nekir ku di wê hawirdorê de di çarçoveyê mafên sînordar ên qanûnî de, lêkolîn bike, bifikire, fikrên nû hilberîne û bi nivîsandina wan fikrên xwe bigihîne tevger, gel û raya giştî. Kesî bawer nedikir ku li wir têbikoşe. Her kes digot, “êdî ev kar qediya.” Yanî çek hatin veşartin êdî wê dernekeve. Nivîskarên Tirk digotin, “Êdî wê doza Apo di bîra tabûta Îmraliyê de nemîne.” Dihizirîn ku Rêber Apo dê tiştek neke û vê yekê bi awayekî eşkere ji raya giştî re ragihandin. Ev yek bandor li hawirdorên welatparêz jî kir. Her kesî digot ne pêkan e ku têkoşînek bi vî awayî bê meşandin û divê PKK’ê ji bo xwe rêyek nû a têkoşînê hilbijêre. Kesên ku ev yek bi awayekî eşkere digotin, yên bi gefxwarinê digotin hebûn. Yên dixwestin derfetên me bi dest bixin jî hebûn. Evana heta nava me jî hatin.

Heta hin kes hebûn digotin, “Êrîşa komploya navneteweyî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye kirin.” Hin jî hebûn digotin ‘divê li dijî komployê derketin çênebe.’ Di nava me de yên ku li hemberî komployê serî tewandin hebûn. Digotin ‘li dijî komplo têkoşîn nayê kirin.’ Hin kes, têkoşîna li dijî komployê weke provokasyon pênase dikirin hebûn. Di nava me de jî hin kes hebûn ku serî tewandibûn û têk çûbûn. Lê belê di hawireke bi vî awayî de Rêber Apo bi xwe bawer kir û bawerî da. Rêbertî got, "Ez ê têbikoş im. Bila ji bo min şans û piştgirî bê dayîn." Rêveberiya me û gelê me jî desteka ku Rêber Apo dixwest da. Ji Rêber Apo bawer kirin, bawerî dan û li dora wî bûn yek.

Vaye encam tê zanîn. Parastina xwe ya bi navê Ji Dewleta Rahîb a Sumeran ber bi Şaristaniya Demokratîk ve, pêş xist. Rêber Apo di salên 2001 û 2002’yan de tevî hemû zehmetî û astengiyan jî bernameya mafên takekesî ya hikûmeta Ecevîtî rûxand. Dema Rêber Apo pirsgirêka Kurd bi formula Kurdistana Azad Rojhilata Navîn a Demokratîk çareserî bi awayekî teorîk tehlîl kir û weke bernameyekê pêş xist, bernameya Hikûmeta Ecevît têk çû. Ecevît fêm nekir ku li hemberî tekoşîna Îmraliyê çawa têk çûye. Piştre di dawiya sala 2002’yan de koalîsyona Ecevît bi hilbijartinên pêşwext rûxandin. Vê carê jî ji bo ku komplo bi ser bikeve, rêveberiya Erdogan a dîndar yanî AKP wezîfedar kir. Ew jî wê bi nêzîkatiya derewîn a li ser navê umeta Îslamê misilmantiya gelê Kurd bi kar bînin û qaşo gelê Kurd ji PKK'ê û Rêber Apo dûr bixin û di nav gel de  rêbazên provokatîf û tasfiyekar pêş bixin û PKK'ê di nava xwe de perçe bikin. Terzê têkoşîna Erdogan û hevalên wî ya li hemberî Necmettîn Erbakan di nava PKK'ê de ji bo provakatoran weke mînak nîşan dan. Derbarê terzê têkoşîna li dijî Rêber Apo de di salên 2002 û 2004’an de tasfiyegeriyê wiha xwe nîşan da û her wiha ji hundir û derve li dijî tevgerê û li dijî Rêber Apo siyaseta êrîşên hovane hate birêvebirin. Rêber Apo bi guhertina paradîgmayê bersiv da vê êrîşê jî. Derbarê vê yekê de pir kûr fikirî. Ji paradîgmaya desthilatdar û dewletparêz dûr ket. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd têgeha çareseriya demokratîk û bi rêya demokrasî û sosyalîzmê, serweriya dewletê ji holê rakir û pênaseya sosyalîzma demokratîk pêş xist. Rêber Apo çareseseriya pirsgirêka Kurd a netew û civaka demokratîk bi çareseriya civakî û demokratîk a girêdayî ekolojiyê û azadiya jinan, paradîgmaya modernîteya demokratîk derxist holê. Çareseriya konfederalîzma demokratîk a girêdayî xweseriya demokratîk peyda kir. Bi zanatirîn şoreşê, bersiv da zext û êrîşên AKP'ê. Bersiv da êrîşên komploger ên AKP'ê. Li hemberî komplogerên ku di nava pergala Îmraliyê de xwe darizandin û têk birin, paradîgmaya modernîteya demokratîk bi berfirehî pênase kir û pergala desthilatdarî û dewletê ya serdest a mêr a 5000 salî û pergala modernîteya kapîtalîst a 500 salî bi hemû aliyên wê ve analîz kir, darizand û ew mehkûm kir. Rêber Apo ev yek di parêznameya xwe ya Atînayê de kir. Di parêznameya xwe de ya bi navê Parastina Gelekî  de ev yek kir. Ev yek bi parêznameya xwe ya ku ji 5 cildan pêk tê ya bi navê Manîfestoya Civaka Demokratîk kir. Rêber Apo li hemberî modernîteya kapîtalîst, modernîteya demokratîk pênase kir. Li hemberî siyaseta serdest a mêran ev yek pêş xist. Şoreşa azadiya jinan pênase kir. Di serî de ji bo pirsgirêka Kurd û pirsgirêka jinan ji bo hemû pirsgirêkên civakî yên ji ber desthilatdarî, pergala dewletê û modernîteya kapîtalîst derketine holê, rêya çareseriyê pêş xist. Bi vî awayî Rêber Apo rastiya xwe li seranserê cîhanê belav kir. Bi vî awayî Rêber Apo bû rêberê gelan, bû rêberê hemû bindestan û bû rêberê mirovahiyê. Xwe ji pozîsyona  rêbertiya neteweyî derxist û ket pozîsyona Rêbertiya Mirovahiyê, Rêbertiya Gelan û Rêbertiya Bindestan. Yanî li Îmraliyê tenê ji bo têkbirina êrîşan li ber xwe neda. Rêber Apo yên ku dixwestin wî darizînin, tenê nedarizand û mehkûm nekir. Di heman demê de di serî de ji bo gelê Kurd û jinan feraseteke nû, rêyeke îdeolojîk a nû, bernameyeke nû, şêwazeke nû û tempoyeke nû ya ku li ber hemû bindestan rêya rizgariyê vedike, pêş xist. Serokatiyeke nû afirand. PKK ji paradîgmaya desthilatdar û dewletparêz rizgar kir û gihand paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan esas digire. Ev paradîgma pir girîng e. Em pir baş dizanin ku ev paradîgma ekolojîst e. Têgehên ahenga civak û xwezayê di nava xwe de dihewîne.

Ev paradîgma azadiya jinê û Jineolojiyê pêş xist. Her cure zîhniyet û siyaseta serdest a mêr, rewşa ruhî, feraset û hişmendiya baviksalarî dahûrand, darizandin, mehkûm kir û jin jinûve pênase kir. Hişmendî û rêxistinbûna azadiya jinê derxist holê. Vana anî asta zanistê. Jineolojiyê afirand.

Ev paradîgma li hemberî netewe dewletê, neteweya demokratîk pênase kir. Konfederalîzma Demokratîk pênase kir. Li hemberî netewe dewletê neteweya demokratîk, li dijî netewe dewletê konfederalîzma demokratîk a li ser bingeha xweseriya demokratîk pênase kir. Niha hemû bindest xwe di vê paradîgmayê de dibînin, berjewendiyên xwe dibînin, rizgariya xwe dibînin. Yên ku ji zîhniyet û siyaseta serdest a mêr nerehet in, xwedî lê derdikevin. Yên ku ji zilma netewe-dewletê bêzar bûne konfederalîzma demokratîk ji xwe re esas digirin. Yên ku di bin zexta cîhana mulkiyeta taybet û ferdperestiyê de ne, xwe dispêrin komuna demokratîk. Jiyana ferdên azad û komunên demokratîk tercîh dikin. Li vir ji bo hemû bindestan, her kesî rêya rizgariyê heye, rêya rizgariya xwe têde dibîne. Divê em vê yekê rast fêm bikin. Di pêvajoyên berê de tê zanîn Rêber Apo li hemberî sextekarî û zextên AKP'ê rawestiya. Derbeya 17’ê Mijdara 2009’an eşkere kir. Li dijî derbeyê rawestiya. Pêvajoya bi navê operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî siyaseta demokratîk pênase kir û got ku bi vî awayî siyaseta demokratîk nayê meşandin û ragihand ku xwe ji têkoşîna siyasî vedikşîne. Di 31'ê Gulana 2010'an de li dijî hîleyên AKP'ê yên mîna berfirehbûnê, mîna berfirehbûna Kurdan nexşerêyek çêkir û projeya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd derxist pêş. Îro jî li her derê her kesî ronî dike, ji bo pirsgirêka Kurd, berjewendiya hemû bindestan û gelan projeya çareseriyê li holê ye. 

Ev tê wê wateyê ku şert û mercên Îmraliyê li dijî zîhniyet û siyaseta serdest a mêr a 5000 salî, li hemberî êrîşa modernîteya kapîtalîst a pênsed salî, bûye qada mezin a berxwedanê ya modernîteya demokratîk. Dibistana berxwedanê û akademiyek ava kir. Li vir zanista şaristaniya demokratîk pêş xist. Xeta modernîteya demokratîk diyar kir. Bang li her kesî kir ku şoreşa wijdanî û zihniyetê bikin û xwe nû bikin. Li aliyê din jî li dijî her cure zilm û zordariyê derket. Di 5’ê Nîsana 2015’an de li dijî plana êrîşê ya rêveberiya AKP’ê ya ku di bin navê Plana Çalakiya Hilweşînê de dixwestgel û tevgerê tune bike, gerîlayan bi eciqîne, qaşo bi Rêber Apo çong bide danîn, destên xwe li masê xist û dest bi berxwedanê kir. Ji wê demê heta niha bênavber li ber xwe dide. Bêyî ku meyleke herî biçûk nîşan bide xeta berxwedanê ya mutleq dişopîne. Dema ku piçek deriyek vekirî hebe, mîna rawestandina rojiya mirinê ya sala 2019’an dikeve nava liv û tevgerê. Projeyek çareseriyê danî holê. Faşîzma AKP’ê dîsa serî li pêkanîna tecrîda mutleq  agahînestendinê da. Rêber Apo hê jî berxwedaneke bi vî rengî didomîne. 9 sal in di nava berxwedaneke wiha bêhempa de ye. Lê binêrin, di baregehên dijmin de nermbûn û qelsiyek herî biçûk jî nîne. Kes nikare wê bibîne. Dema mirov li mîmraliyê dinêre her kes dibîne ku Rêber Apo bê çawa li dijî faşîzma AKP, MHP’ê û li dijî zîhniyeta faşîst, siyaset, mêtinger, qirker û êrîşan li ber xwe dide. Ji ber vê yekê bê mirov çawa dibe dijfaşîst, dijmêtinger, li dijî qirkirinê û mirov çawa ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşe, fêrî wê bibe, şêwaza wê bibîne.

Weke ku 25’emîn salvegera têkoşînê ya kesekî ku ji dîroka şaristanî, desthilatdar û dewletparêziyê hesap dipirse, tê jiyîn.  Çaryek sedsal derbas bû. Di vê em fêm bikin ku ev têkoşîneke mezin a çawa bû, çi têkoşîneke sermirovî bû, çi maratoneke mezin bû.  Yanî Rêber Apo 25 sal di rewşeke wiha de çawa jiyaye? Ka em fêm bikin ka taybetmendiyên vê hawîrdorê çi ne.

Ji bo têkoşîna azadiyê ya li Kurdistanê û têkoşîna demokrasiyê ya li Tirkiye û cîhanê bê meşandin, beriya her tiştî pêwîst e taybetmendiyên berxwedana Îmraliyê rast bên fêmkirin. Pêwîste rastiya Rêber Apo rast were fêmkirin. Yên vê yekê fêhm nekin ne dikarin bibin şervanê azadiya Kurd, ne dikarin bibin şervanên demokrasiya Tirkiye, herêmê û cîhanê û ne jî dikarin bibin şervanên şoreşa dij-faşîst. Ya ku şêwaza hemûyan derxist holê û rêya wan ronî kir, berxwedana mezin a Îmraliyê ku çaryek sedsale, Rêber Apo dimeşîne. Di vê berxwedanê de her cure taybetmendiyên erênî hene. Divê her kes pirsên wekî ji bo rizgariya xwe çawa şer bike? Zihniyeta wî divê çawa be, bernameya wî çawa be? Divê şêwaz, awaz û tempoya wan çawa be? bibersivîne. Têkoşîneke wisa ye.

Rêber Apo jî lêpirsîna bê çawa li ber xwe da. Li Îmraliyê çawa li dijî pergala îşkence, qirkirin û tecrîdê têdikoşiyaye nirxand. Ji bo yên meraqdar û eleqedar binêrin, fêr bibin hema hema di hemû parêznamyê de nirxandin kir. Çi got? Got ku her roj, her kêlî behsa ji nû ve afirandina xwe dikir û got, “Ez bi hêza wateyê li ber xwe didim.” Jixwe perspektîfa xwe, nêrîna xwe ya li ser jiyanê weke watedarbûnê pênase kiriye. Hêza wateyê hêza jiyanê da wî. Wateya hêza fêmdariyê çi ye? Wateya rast bersivandina pirsên wekî; çima li wir e, kî wî li wir digire, bi çi armancê li wir digirin, wê gavê divê çi bike, divê çawa tevbigere. Berê jî wisa gotibû. “Tu kes nikare wekî min tevbigere’, got ku bi tevgera xwe ‘her kesî vala derxist.” Vana bi zelalî nivîsand. Got, “Bendewariya wan a ji min cuda bû. Lê ez li gorî bendewariya tu kesî tevnegeriyam. Berevajî vê, min bi awayê xwe yê taybet şer kir. Ya ku encam bi dest xist têkoşîna min bû.” Çawa? Bi awayê xwe. Got, “Min bi eşkerekirina hişmendiyeke mezin, baweriyeke mezin, îradeyeke mezin a ku fêm dike û dizane di çi re derbas dibe û li ku ye, ev têkoşîn da meşandin û bi ser ket.” Taybetmendiyên têkoşîna Îmraliyê ev in. Tişta sereke ya berxwedana dîrokî ya Rêber Apo ya Îmraliyê ya çaryek sedsalî ev e. Ev li ser hişmendiyek pir kûr, baweriyek pir kûr, îradeyek pir xurt, berpirsiyariyek dîrokî, biryardarî û hêzek mezin pêk tê. Lewma hêza xwe ji vir distîne. Bingehên ku ev berxwedan xwe dispêrê ev in.

Di têkoşîna berê de jî şêwaza xwe bi vî rengî diyar kir. Da zanîn ku pêngava dîrokî ya 15'ê Tebaxê pêngava bawerî, îrade, îdia û biryardariya mezin e. Berxwedana Îmraliyê jî wisa ye. Di dîrokê de jî berxwedana herî mezin a pêşketî ye. Lewma divê em rastiya vê berxwedanê baş fêm bikin.

Bêguman, em dikarin vê rastî bibêjin. Yanî beriya 15’ê Sibatê jî Rêber Apo di têkoşîna li dijî êrîşên komploger ên Komploya 9’ê Cotmehê de serkeftinên girîng bi dest xistibû. Çûna Romayê ji bo êrîşa komploger derbeke giran bû. Me ev dît. Ger Rêber Apo bi tenê nehatiba hiştin, bi rêxistinbûyîn tevbigeriyaya, di pratîkê de bi rêxistinî piştgirî bidayê, mîna berxwedêrên “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin”, di paratîkê de û rêxistinî xwedî lê hatiba derketin, eger bandora van êrîşên îstîxbaratê ji holê bihata rakirin, 15’ê Sibatê dikaribû bihata pûçkirin, Komploya 15’ê Sibatê bihata astengkirin. Ji ber vê yekê mirov nikare bêje 15’ê Sibatê teqez wê bihata astengkirin. Pêşketinên ku bi pêşengiya Rêber Apo li Romayê hatin afirandin, ev yek bi awayekî vekirî nîşan da. Em ji vê yekê çi encam derdixin? Komploya navneteweyî, erê êrîşa dîrokî ya herî dijwar, herî bê eman û herî hovane ye. Êrîşa herî dijmirovî ye. Ev rast e. Lê nayê wateya ku têk naçe û wê têk neçe. Komploya 9’ê Cotmehê hate plankirin ku di rojekê de Rêber Apo tune bikin. 25 sal derbas bûn, hîna jî tune nekirine. Piştî wê jî her roj êrîş dikirin ji bo tune bikin. Sîstema Îmraliyê weke sîstemeke ku her roj 10 caran bikuje hatiye avakirin. 25 sal in li dijî pergala Îmraliyê li ber xwe dide. Rêber Apo 26 sal in li dijî êrîşa Komploya Navneteweyî li ber xwe dide. Hemû vala derxist û wan têk bir. Ev çi nîşan dide? Êrîşa komploya navneteweyî dikare bê şikandin. Pergala êşkence, tecrîd û qirkirinê ya Îmraliyê dikare bê parçekirin. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikare pêk were. Divê mirov ji vê bawer bike. Divê were dîtin ku ev yek bi rast fêmkirina dersên ji têkoşîna berê pêkan e. Lê ev çawa dibe? Bi têkoşîneke mezin dibe. Beriya her tiştî rast têgihiştina têkoşîna Rêber Apo ya li Îmraliyê bi dersên rast hînbûn û meşandina wê şêwazê, şêwazê têkoşînê dibe.

Wê gavê heke em 15’ê sibata nû dijîn – ku Rêber Apo got, “ev roj roja qirkirina Kurdan e”,  gelê me vê rojê ji bo Kurdan weke rojeke reş pênase kir – dema em 25 saliya rojeke wiha ya êrîşa komplogerî, rojek bi êş, rojek giran dijîn. Weke hemû şoreşger û welatparêzan, wek jin û mêr, wek ciwan, wek gelê Kurd û mirovahiya demokratîk xwe di ber çavan de derbas bikin. Divê em xwe di lêpirsîna rexneyî, xwerexnekirinê de derbas bikin. Divê em rastî û taybetmendiyên berxwedana Îmraliyê rast fêhm bikin û li ser van taybetiyan xwe rexne bikin. Divê em feraset, hest, tevger, xeletî û kêmaniyên xwe bibînin, wan rast bikin û li ser xeta berxwedana Îmraliyê li dijî zîhniyet û siyaseta faşîst, mêtinger û qirker, xwe bigihînin têkoşîna azadî û demokrasiyê. Divê em nebêjin ev ne pêkan e. Em di vê yekê de xeletiyê nekin. Çima? Ji ber ku Rêber Apo bi têkoşîna xwe ya berê li derveyî welat ev yek kuştibû. Tu carî nemumkine qebûl nedikir. Ew her tim şoreşgerekî ku ji bêderfetiyê derfet diafirand. Bi têkoşîna Îmraliyê ya 25 salan hezaran carî zêdetir ev tişt kuşt. Rastî derxist holê. Em xwe nexapînin, baldar bin. Di baregeha dijmin de 24 saetan her kêlî di bin êrîşên fizîkî, psîkolojîk û di nava bêderfetiyê de Rêber Apo xwe dispêre heqîqet, wate, fikir, hişmendî, vîn û baweriya xwe têkoşînek wiha pêşxist. Xwe di asta rêbertiya cîhanê de di asta rêbertiya hemû bindestan de bilind kiriye. Ew qas pêşketin afirand. Wê demê tu der bi qasî Îmraliyê ne mimkun e. Li tu derê bi qasî Îmraliyê zext, zilm û astengî nîne. Ger li Îmraliyê berxwedaneke bi vî rengî çêbibe, dibe ku li cihên din berxwedaneke zêdetir, hîn xurtir bibe. Ger rastî, zîhniyet û şêwaza Rêbertiyê rast were fêhmkirin, li her derê têkoşînên herî mezin dikarin werin meşandin. Em lê binêrin ma Rêber Apo dibêje qet nabe? Ma wî qet qala dijwariyê kir? Ma qet behsa astengiyan dike? Ma ew bi gotina ev kêm e û li hincetan digire? Ji ber vê yekê em xwe nexapînin. Werin em xwe ji vê nêzîkatiya mafdarkirinê rizgar bikin. Em xwe li xeletî û kêmasiyan negirin. Berovajî vê yekê em wan ji ser xwe bavêjin. Werin em hemû xeletî û kêmasiyên xwe bi ronîkirina rastiya berxwedana Îmraliyê, pirsiyarkirin û bilindkirina hişmendî û baweriya xwe derbas bikin. Ev gengaz e. Her ku em vê bi ser bixin, em ê Rêber Apo rast fêm bikin. Bi dahûrandina rast a paradîgmaya nû em nêzî rastiya Rêbertiyê bibin. Û li ser esasê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, em têkoşîna azadiya gelê Kurd û demokratîkbûna Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê pir bi bandortir bimeşînin.

Niha em li ser esasê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd di asta cîhanê de têkoşîneke bi vî rengî didin meşandin. Di 15’ê Sibatê de gelê me li her derê li ber xwe dide, hevalên me li ber xwe didin, mirovahî li her derê li ber xwe dide. Em Komploya 15’ê Sibatê bi Viyanan red dike û dibêje, ew ê bi pergala îşkence û tecrîdê ya Îmraliyê re nejîn. Dibêje, "Ez ê vê sîstemê bişkînim û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikim." Jixwe di komployê parçe kir. Bi rastî jî pêvajoyek ku sîstema Îmraliyê hilweşîne û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bike, anî rojevê. Dem dema azadiyê ye, dema parçekirina îşkenceya Îmraliyê û hilweşandina pergala tecrîdê ye.

Lê binêrin, bi vê têkoşînê bi rastî jî roja reş veguheriye ronahiyê. Roja qirkirinê veguherî roja azadiyê. Têkoşîna azadiyê ya herî mezin di 15’ê Sibatê de tê meşandin. Ev yek bi têkoşîna Rêber Apo pêk hat. Ji ber vê yekê em salvegera 25’emîn li her qadê bi têkoşînên bi bandortir pêşwazî bikin. Werin em li her qadê bi bandortir têbikoşin, li çar parçeyên Kurdistanê li derve û cîhanê, bi pêşengiya jin û ciwanan, bi şêwazê lêdana gerîla têbikoşin. Bila şêwaza lêdana leheng a gerîlayên Zapê, şêwaza encamgirtinê bibe şêwaza têkoşîna me. Werin em li ser esasê redkirina Viyanî ya Îmraliyê û bi Rêbertiya azad re têbikoşin. Yên ku vê dikin bi ser dikevin.

Li ser van esasan ez bawer dikim ku salvegera 25’emîn a 15'ê Sibatê wê derba kuştinê li zîhniyet û siyaseta komplogeran bide, wê asta têkoşînê ya ku azadiya Kurd, demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn li ser esasê bingehîn pêş bixe. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, ji bo azadiya gerdûnî wê bigihêje lûtkeyê. Li ser vê bingehê li Ewropayê çalakî hene. Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çalakiyên protestoyî hene. Gelê me li Rojava li ber xwe dide. Çar parçeyên Kurdistanê jin, ciwan li ber xwe didin, her kes di nava têkoşînê de ye. Ji van lûtkeyan a girîng wê mîtînga 17'ê Sibatê li Kolnê be. Ez van hemû çalakiyên ji bo şermezarkirina 25’emîn salvegera komploya 15’ê Sibatê tên lidarxistin, silav dikim. Ez bang li her kesî dikim ku di salvegera Komploya 15'ê Sibatê de û di sala 26'an a têkoşînê de çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd bi awayekî xurtir, bi bandor û berhemdar pêş bixin. Ji her kesê ku li ser vê bingehê têdikoşe re serkeftinên mezin dixwazim. Serkeftin wê ya kesên ku ji bo azadiyê, li dijî komployê, li dijî pergala Îmraliyê li ber xwe didin, be.