Jónasson: Em dixwazin bibin dengê Leyla Guven

Wezîrê berê yê Karên Hundir û Dadê yê Îzlandayê Ogmundur Jónasson ku ji bo serdana Ocalan li Tirkiyeyê ye, diyar kir ku tecrîd ne ya qebûlkirinê ye û got, ew dixwazin bibin dengê qîrîna Leyla Guven.

Endamên Heyeta Aştiyê ya Navneteweyî ji bo çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tên lêkolîn bikin hatin Tirkiyeyê û ji bo hevdîtinê bi Ocalan re bikin nameyek ji Wezareta Dadê re şandin. Endamê heyetê û Wezîrê berê yê Karên Hundir û Dadê yê Îzlandayê Ogmundur Jónasson bersiv dan pirsên ANF'ê.

'TECRÎD LI TIRKIYEYÊ RÊ LI BER DUBENDIYÊ VEDIKE'

Jónasson da zanîn, tecrîdkirina Ocalan  li Tirkiyeyê rê li ber dubendiyê vedike û diyar kir, hikumet jî ji vê dubendiyê sûdê werdigire. Jónasson destnîşan kir, hewldanên Ocalan ên ji bo aştiyê gelekî girîng in û wiha axivî: "Hewldanên Ocalan ên aştiyê yên navbera salên 2013-2015'an gelekî girîng bûn û ji encamên wê ez gelekî kêfxweş bûm. Di dema pêvajoya aştiyê de rêzdar Ocalan û Erdogan bi hev re kar kirin. Lê belê dema îro em dinêrin rewşa Tirkiyeyê baş xuya nake. Duh em bi rêzdar Leyla Guven û Saziyên Sivîl re rûniştin, tenê tiştek derket holê, ew jî tecrîd bû. Eger îro tecrîd ji holê rabe wê di heman demê de rêya diyalogê jî vebe. Em îro bi mebestek baş û aştiyane li Tirkiyeyê ne. Ji bo gelên Tirkiyeyê hemû di nava aramî û aştiyê de bijî em bang dikin."

'OCALAN JIYANEK AZAD Û DEMOKRATÎK PÊŞNIYAR DIKE'

Jónasson da xuyakirin, Ocalan ne tenê ji bo Tirkiyeyê ji bo me û tevahiya dinyayê perspektîfên jiyanek nû diafirîne û ev tişt got: "Ocalan modela jiyana nû, azadî, demokarasî û hevre jiyanê pêşniyar dike. Bi taybetî li ser demokrasî û azadiya jinê têkoşînek bê hempa ya rêzdar Ocalan heye. Rêzdar Ocalan di axaftinek xwe de wiha dibêje, 'civaka ku jin tê de ne azad be, ew civak jî ne azad e'. Ev gotin û daxwaz rê li ber pêşvebirina civakê vedike û jiyana azad pêşniyar dike. Ev pêngav ne tenê ji bo Tirkiyeyê û Rohilata Navîn e, ev pêngav ji bo tevahiya gelên cîhanê ye."

'HIQÛQEKE TAYBET'

Jónasson diyar kir, bi ti awayî tecrîd nayê qebûlkirin û wiha dewam kir: "Li ser rêzdar Ocalan hiqûqeke taybet heye. Divê ev hiqûqa li gor kesan bi awayekî tund bê rexnekirin. Ji ber ku ev yek li dijî mafên mirovan û peymanên navdewletî ye. Lewma divê bi awayekî tund bê rexnekirin. Bi ya min Ocalan ji bo kesên dixwazin di nava aştiyane de bijîn ti tehlûkeyê nade der. Ez li dijî her şêwazê tecrîdê me. Ez li gel ramanên azad û civakek azad im. Daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger eşkere ne. Tenê dixwazin Tirkiye li gorî hiqûqa xwe tevbigere û tecrîdkirina rêzdar Ocalan bi dawî bib. Ev daxwaz jî rewa ne."

'KIRYARÊN VEŞARTÎ NAYÊN QEBÛLKIRIN'

Jónasson helwesta CPT'î ya li ser Îmraliyê jî nirxand û got: "Her tim ez li dijî bêdengiya CPT'î yê me. Divê CPT'î  bi awayekî vekirî li gorî erka xwe bixebite û ev jî wezîfeya wê ya sereke ye. Di mijarên ewqas girîng de kiryarên veşartî nayên qebûlkirin."

'DIVÊ TECRÎD RABE'

Jónasson bi bîr xist, Meclîsa Parlamenteran a Ewropayê çend roj berê derbarê Tirkiyeyê de biryarek da û bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan. Jónasson got, Meclîsa Parlamenteran a Ewropayê xwest demildest tecrîd bi dawî bibe û ew jî bi navê heyetê tevlî biryara Meclîsa Parlamenteran dibin.

'DIVÊ DINYA TEV RASTIYA TIRKIYEYÊ BIBÎNE'

Jónasson da xuyakirin ku li hemberî zextên Tirkiyeyê yên li dijî Kurdan ew matmayî maye û got: "Divê rastiya Tirkiyeyê tevahiya dinya bibîne û li dijî vê zilmê têkevin dewrê. Rêzdar Leyla Guven wiha digot, 'Dibe bi mirina min tecrîdê bi dawî nebe, lê belê wê bibe sedema nîqaşa tecrîdê'.  Li vir peywira me demokrasî û parastina mafên mirovan e. Dengdayina qîrîna Leyla Guven e."