Jiyana nû bi jineolojiyê ava dibe

Gerîlayên PKK û PAJK'ê têkoşîna wê yekê dikin ku bi rêya jineolojiyê dîwarên jiyana nû, wekhev û azad lê bikin.

Gerîlayê HPG'ê Bawer Erûh diyar kir, ku li dijî karesat, xerabî û derewîniya olperestî, neteweperestî û zayendîperestiyê, bi fikra jineolojiyê bi pêşegniya jinan, mirovahî dikare bibe xwedî paşerojeke ronî.

Gerîlayê HPG'ê Bawer Erûh li ser jineolojiyê ji ANF'ê re axivî.  Gerîla Erûh diyar kir ku dûrxistina jinê ji nirxên civakî ne tenê li vê serdemê bûye û got, "Rabirdûya vê yekê ya dîrokî xwe dispêre serdema beriya bi hezaran salî. Vê yekê di heman demê de nasnameyeke berxwedanê jî afirandiye. Li dijî zîhniyeta bi serweriya mêr a pênc hezar salî, bi nêrîna jineolojiyê em dikarin jiyaneke alternatîf ava bikin. Li Heyva Berhemdar, bi taybetî jî li Mezopotamyayê girîngtirîn û hêjatirîn şoreşa dîrokê pêk hat. Ev şoreş bi pêşengiya xwedawenda bingehîn şêweyekî welê yê jiyanê bû ku kes li derve nedihate hiştin. Mînaka berbiçav a wê yekê bû ku felsefeya 'em hemû ji bo yekî, yek ji bo hemûyî' lê ketibû meriyetê, mirov di rojên xweş û nexweş de bi hev re bûn; civaka exlaqî û polîtîk lê serdest bû."

ŞOREŞA DIJBER A MÊRAN

Erûh anî ziman, qelsiya mêrê extiyar li nava jiyanê, her wiha nêçirvaniya mêrên xurt bûn sedem ku zexelî rû bide, tovên nifaqê li nava civakê bê çandin û wiha dewam kir: "Feraseta ku bi mêr ê zexel, rahîp û şaman derkete holê, bi hezaran salî dewam kir, li dijî jiyana azad weke şoreşa dijber derkete pêşiya mirovahiyê û heta vê serdemê, mîna cenawerekî civak û nirxên wê daqurtaniye. Aqlê mêr ku weke şefê leşkerî, şaman û rahîp derkete holê, zilamntî li zîgûratan veguherand îdeolojiyekê, mêr gihand asta xweda-qral, di şexsê jinê de fahîşekî afirand, bi dijberiya xwe ya li jiyana azad û pîroz a bi pêşengiya dayik-xwendawendiyê ya hezaran salî, xwest ku jinê û civakê daxîne asta herî nizm. Zanistiya ku heta wê rojê bi jinê dihate naskirin, bi zîgûratan re kete min zext û zordariya mêr, kete bin xizmeta xweda-qralan. Ked û tecrûbeya dayik-jinê ku bingeha zanistan hemûyî ye, tune hate hesibandin, ji nedîtî ve hatin. Zanistiya ku li ser desteserkirin û talanê ava bû, bi gotina 'zilamê zanyar' êdî bi kodên mêr xwe nîşan da. Li nava jiyanê, siyasetê, aboriyê, çand û hunerê cih neda jinê, her wiha jinên ku lê serketî bûn ya tune hatin hesibandin yan jî hatin czakirin. Bi vî rengî nîşan da ku nikare xwe li jinê ragire. Avabûna kodên zilamtiyê işaret bi qirkirina jinê û civakê dike."

JIN BI BERDÊL Û KEDÊ BI PÊŞ VE ÇÛN

Gerîla Erûh anî ziman ku afirîneriya di xwezaya jinê de heye, ti carî ko nebûye û li gel komkujiyên bi hezaran salan dewam kirin jî ev afirenerî hîn bêhtir dewlemend bû û got, "Cîhana zanyariyê ya bi serdestiya mêr rê neda be jî jinan bi ked û berdêleke mezin vedîtinên gelekî kêrhatî ji bo mirovahiyê kirin. Mînak; meta ku matematîkvan Ada Lavelaca di sala 1843'an de nivîsî weke yekemîn bernameya kompûterê hate qebûlkirin. Kîmayger Marga Faûlstch camên taybet dîtiye ku di optîka çav de xwedî cihekî taybet e. Dr. Patrîcîa Both cîhaza katarakt a bi lazer dît û tevkariyeke mezin li zanistiya tipê kir. Şirinqeya destpêkê ya medîkal, amûra ku camê wesayitê pê tê paqijkirin, maşîna firaxşuştinê ji vedîtinên jinê ne. Yekemîn matematîkvan, felsefevan û astromîvan Hypthîo ji ber ku jin bû hate kuştin. Pêşenga jinê Olîmpîa De Gûe bi giyotînê hate cezakirin. Helene Van Drûslawîts di sedsala 19'an de 27 salan li timarxaneyê hate ragirtin ku ev yek bêtehemûliya li jinê nîşan dide. Her wiha bi hezaran jinên ku li ser zanistiyê dixebitîn hatin şewitandin, fetisandin û bi giyotînê hatin cezakirin. Bêguman ji nava xweliyên jinên azad, lêgerîna li jiyana azad afirî."

UTOPYA BIHUŞTÊ YA MIROVAHIYÊ

Bawer Erûh ji bo dawî li zext, zilm, talan, derewîn, desthilatdarî û komkujiyên ji aliyê mêr ve tê kirin bê anîn, ji bo tunekirina koletiya jinê û afirandina mêr û civaka azad a bi pêşengiya jin a azad, bal kişand ser pêşengiya jineolojiyê û got, "Li dijî karesat, derewîn û xeabiya olperestî, neteweperestî û zayendîperestiyê, bi nêrîna jineolojiyê bi pêşengiya jinê paşerojeke ronî ya mirovahiyê û gerstêrka me dikare bê afirandin. Bi vî rengî utopya bihuştê ya mirovahiyê dikare bê pêkanîn."