'Jineolojî zanistî û xwe gihandina egîdbûnê ye'

Gerîlayê HPG’ê Adil Amed bal kişand ser zanista Jineolojiyê û got: "Bi kûrbûnê di zanista Jineolojiyê de û pêkanîna xisletên civakbûnê, em ê bigihin egîdbûn, camerdî û xwebûnê. Egîdbûn cewherê me ye, Jineolojî zanista xwe gihandina egîdbûnê ye."

Gerîlayê HPG'ê Adil Amed şîdeta li dijî jinê û xisleta desthilatdariya baviksalarî nirxand û got: "Hişmendiya baviksalariyê berpirsyarê destavêtinê û qirkirinên fîzîkî û rûhî ye."

Amed wiha domand: "Şîdeta ku li jinê tê ferzkirin di rojeva giştî ya cîhanê de ye. Ji lewra mirovên azadîxwaz li pey çareseriya vê pirsgirêkê ne. Rêber Apo çareseriya pirsgirêkên civakê berê nirxand û di asta zanistê de rêkên çareseriyê destnîşan kirin. Zanista Jineolojî bi şaxên xwe ji her pêwîstiyeke civakê re dibe bersiv û li ser vê esasê di asta navneteweyî de û di bala her kesî de ye. 

'CEWHERA MIROVBÛNÊ DI KESAYETIYA JINÊ DE VEŞARTÎ YE'

Gerîlayê HPG'ê Adil Amed qala pîvan û cewherê mirovbûnê jî kir û got, "Eger mirov li cewherê mirovbuyînê bigire, wê bê dîtin ku tiştên gerdûnê afirandiye bêqisûr in. Ev yek pêwîstiya jiyanê ye. Berhemên jinê jî bi heman avahî xwedî heman xisletê ye. Xwe zêde kirin ji bo tinenebûnê ye, civakbûn ji bo xweparastinê ye, exlaq ji bo civakbûnê, wîcdan ji bo edaletê, empatî ji bo fêmkirina yên beramberê xwe ye, wate ji bo nirxdayîna hevdû, pîvan, estetîk û ji bo xweşikbûnê ye. Ev berhemên zêrîn yên jinê ne. Ev xislet, dema hemû bi hevdû re werin nirxandin, pêşî li xirabî û tunêbûnê digrin. Di heman demê de ev mekanîzmaya xweparastinê ne û mirovê ku bikaribe her yek ji van taybetmendiyan di kesayetiya xwe de ava bike, wê bi kamilbûna xwe ve xizmeta jiyanê bike."

'KOLEDARÎ, ZAYENDPERESTÎ DESTPÊKÊ LI JINÊ TÊ FERZKIRIN Û BI VÎ RENGÎ CIVAKÊ JI NIRXAN DÛR DIXE’

Amed wiha domand: "Dema ku mirovahî ji serdema Neolotîkê derbasî serdema koletiyê bû, eşkere bû, zilam derketin û desthilatdariya xwe ya mezin bi kolekirina jinê ve bi dest xistiye. Li ser vê esasî di dîrokê de jî tê dîtin ku desthilat, dogmatîzm, koledarî, feodalîzm, zayendperestî û lîberalîzm di destpêk de li ser jinê tê ferz kirin û bi vî rengî civak ji nirxên xwe yên esasî dûr dikeve û dibe koleye pergalê."

Gerîlayê HPG'ê Adil Amed hin serdemên kuştin û tecawîza ku li beramberê jinê tê kirin bilêv kir û wisa pêde çû: "Êrîşên herî dijwar li beramberê jinê di vê demê de tên pêk anîn. Ji derketina desthilatdariyê ve hişmendiya zilamsalarî berpirsyarê hemû kuştinan e û tecawîz ne tenê fîzîkî ye, ruhî û zîhnî jî li ser jinê ferz dike. Dema zilam xwe lawaz bibîne, çareserî û rêka xilasbûnê di çûndina li ser desthilatê de dibîne. Li ser vî esasî her hebûnekê dike aydê xwe, wekî zarokekî ku hîna di malzarokê de ye, vê jî dike aydê xwe û her tiştê wê/wî diyar dike. Di vê wateyê de hişmendiya zilamsalarî li ser keda civakê dirûne û xwe weke navenda cîhan û jiyanê dibîne."

'BI KÛRBÛNA ZANISTA JINEOLOJIYÊ Û PÊKANÎNA XISLETA CIVAKÊ; EM Ê BIGIHIN EGÎDBÛNÊ'

Herî dawî gerîla Adil Amed ev got: "Ji bo em xwe ji desthilatdariyê xilas bikin hewce ye em têkoşînekê dijwar bimeşînin. Guhertina zîhnî divê pir kûr be, da ku hişmendiya ku heye ji xwînê bi bandor bûye, bê bandor bixîne. Bi rêbaza Rêber Apo, ango zanista jinê ve têkoşîna azadiyê xurtir dibe. Bi Jineolojiyê wê koka hişmendiya desthilatdariyê û baviksalarî were jê kirin. Ango Şaxên Jineolojî çiqas bi pêş bikevin, wê pergal jî her biçe winda bike. Bi kûrbûnê di zanista Jineolojî û pêkanîna xisletên civakbûnê, em ê bigihin egîdbûn, camerdî û xwebûnê. Egîdbûn cewherê me ye, Jineolojî zanista xwe gihandina egîdbûnê ye."