Jinên Mexmûrê li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kirin

Li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengiya Meclîsa Îştar komek ji jinên wargehê dest bi greva birçîbûnê kirin. Çalakî ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya ji bo greva birçîbûnê ya li girtîgehên Tirkiyeyê

Jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengtiya Meclîsa Îştar, li dijî tecrîda li Îmraliyê û ji bo piştgirîdayîna berxwedana greva birçîbûnê ya li girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyê îro dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bi dorveger kirin. Koma yekem a çalakiyê ji deh jinan pêk tê. Wê çalakiya koma yekem a grevê li Saziya Malbatên Şehîdan 2 rojan dom bike.

Merasîma ji bo destpêkirina çalakiyê bi tevlîbûna bi dehan şêniyên wargehê li Saziya Malbatên Şehîdan hate lidarxistin. Merasîmê bi deqeyek rêzgirtin di kesayeta şehîdê çapemaniya azad Rizgar Denîz de ji bo tevahiya şehîdên Tevgera Azadiyê dest pê kir. Despêkê li ser navê çalakvanan Fedîle Tok axivî.

'GER JIYANEK AZAD HEBE WÊ BI RÊBER APO RE BE'

Tok berxwedana li girtîgehan silav kir û got, "Dijminê Kurdan dixwaze bi tecrîdkirina Rêber Apo îradeya gelê Kurd bişkîne, lê belê îro gelê Kurd ev pîlana dijmin pûç kiriye. Wek gelê Kurd, me her tim gotiye; ger jiyanek azad hebe wê bi Rêber Apo re hebe. Niha zindanî ji bo îradeya gelê Kurd û ji bo nasmameya xwe di çalakiya greva birçibûnê de ne. Ev serbilindiyek herî mezine ku em dikarin li her qadê bi berxwedanê dijmin têk bibin. Pêwîste dijminê me baş bizane, gelê Kurd bi girtin û êşkenceyê dest ji berxwedana xwe bernade, berevajî gelê Kurd hîn bi hêz dibe. Niha em dibînin hevalên me yên li girtîgehan barê rûmetê hilgirtiye ser milê xwe. Di nava çar dîwaran de, bi ruxmê ku ewqas nexweşiyên wan hene jî, dest ji parastina rûmetê bernadin. Em wek jinên Mexmûrê vê berxwedana wan pîroz dibînin û di aliyê fizîkî de jî em ê piştgiriya wan bikin. Heyfe ku niha kaniya zanistê Rêber Apo di nava çar dîwaran de bê girtin, pêwîste gelê Kurd êdî rabe ser piyan û Rêber Apo azad bike. Wek gelê Mexmûrê û bi taybetî wek gelê Kurd êdî dem hatiye ku em deriyê girtîgehan bişkînin û rûmeta xwe azad bikin."

Piştî axaftina Fadîle Tok merasîm bi dirûşmeyên "Bijî Rêber Apo", "Bijî Berxwedana Zindanan", "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî pêngava KCK’ê" bi dawî bû.