Jinên li Başûrê Kurdistanê ji ber tundûtûjiyê agir berdidin canê xwe

Gelek jinên li Başûrê Kurdistanê, ji bo ji zilma ji destên hevserên xwe xelas bibin agir berdidin canê xwe.

Li gor Neteweyên Yekbûyî tundûtûjiya nava malê li Iraqê di navbera salên 2020 û 2021’ê de ji sedî 125 zêde bûye. Mexdûr bi piranî jin in. Li gor nûçeya BBC’yê, bi taybetî li Başûrê Kurdistanê hin jinên rû bi rûyê tundûtûjiyê dibin, ji bo ji hevserê xwe xilas bibin, dikevin wê hewilê ku xwe bikujin.

Li gor Rêxistina Jinên Başûrê Kurdistanê di 6 mehên pêşîn ên sala 2022’yan de 60 jin piştî ku tundûtûjî li wan bûye, ketine wê hewilê ku xwe bikujin. 31 jê agir bi canê xwe xistiye û jiyana xwe ji dest daye. 

BBC ku ket nexweşxaneyeke dermankirina nexweşên zêde şewitîne, hevdîtin bi wan jinan re kir ku hewil dane xwe bikujin.

Jinekê got ku demeke dirêje hevserê wê bi nexweşî nêzî wê dibe û malbata wê jî pê re nebûye piştgir. Jina ku navê wê hat guhertin û navê “Cenan“ lê hat kirin, da zanîn ku wê du sal berê agir berdaye canê xwe ku xwe bikuje û got: “Ditirsiyam lê wekî din min tu çare nedît.“

Li gor serhemşîreya Nexweşxaneyê, nexweşên tên nexweşxaneyê bi piranî xilas nabin. Hemşîreyê bi domdarî wiha got: “Jin ji aliyê mêrên xwe ve rastî gelek tundiyên fîzîkî û derûnî tên. Bi hêrs im li dijî civakê ku hay ji pirsgirêkê nîn e. Mirov pir li ber dikeve ku jinên 16-17 salî agir berdidin canê xwe û xwe dikujin.“