Ji xeta pêngavê ber bi gerîlatiya modernîteya demokratîk ve

Fermandara YJA Starê Kawenda Herekol diyar kir ku xeta Pêngava 15'ê Tebaxê xwe bi rengê gerîlatiya modernîteya demokratîk nû dike û destnîşan kir, ku ev kûrbûn wê di çarçoveya ji nû ve avabûnê de gerîlatiya serketinê biafirîne.

Ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA Starê Kawenda Herekol bi wesîleya salvegera 35'an a Pêngava 15'ê Tebaxê gerîlatiya serdemê nirxand.

Herekol destpêkê got, "Pêngava 15'ê Tebaxê ku di dîroka me ya azadiyê de cejna vejîn û rizgariyê ye, di sala 36'an de li afirînerê vê pêngavê li Rêber Apo, hevrêyan, jinan, gelê me û her kesên ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin pîroz dikim."

Di şexsê fermandarê pêngavê Egîd de Bêrîtan, Zîlan, Adil, Reşît, Delal, Armanc, Medya, Atakan, Zekî, Helmet û hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anî.

Herekol bi bîr xist, di demekê de ku hebûna gelê Kurd û Kurdistanê dihate înkarkirin, zexta qirkirinê lê dihate kirin û cihê Kurdistanê di nexşeyê de nebû berxwedana çekdarî hate destpêkirin û got, "Niha her kes meraq dike ku ev gel û ev jin çawa gihîştine ve astê. Der barê vê de lêkolîn tên kirin û weke mûcîzeyekê tê dîtin. Lê belê ya rastî û qewimî, têkoşîna rastiyê ya Rêberê me ye. Em vê yekê weke fîşeka destpêkê pênase dikin ku di rêya rizgariyê de li sîstema serdest û zîhniyeta wê ya koledar hatiye xistin."

PÊNGAVA TEBAXÊ KEVNEŞOPIYEKE BINGEHÎN A BERXWEDANÊ YE

Herekol destnîşan kir, pêşketinên ku bi xeta Pêngava 15'ê Tebaxê afirîn bûne kabûsê herî mezin ê hêzên serdest û got, "Li çiyayên Kurdistanê, li cografyaya Kurdistanê tecrûbeya xwe ya xweser afirand. Niha rastiya gerîlatiyê heye ku serketina vê yekê eşkere kiriye û ne tenê li çar parçeyên Kurdistanê li gelemperiya herêmê ketiye çeperê, gerîlatiya çiya, bajar û deştê afirandiye. Konsepta êrîşê ya niha li dijî têkoşîna me ya gerîla tê kirin, tirsa ji vê pêşketinê ye, hewldana ji bo rawestandin, lawazkirin û tasfiyekirina vê yekê ye. Tevî ewqas piştgiriya NATO'yê eşkere ye ku Tirkiye bi ser neketiye û Gladyoya NATO'yê vî şerî xwedî dike. Pêngava 15'ê Tebaxê ku dikeve sala 36'an kevneşopiyeke bingehîn a berxwedanê, tecrûbeya gerîlatiyê afirandiye û raxistiye pêş çavên dost û dijminan ku dewleta Tirk, artêşa Tirk bi hêza xwe ya bejahî nikare di vî şerî de bi ser bikeve. Di rewşa heyî de xeta Pêngava 15'ê Tebaxê xwe bi rengê gerîlatiya modernîteya demokratîk nû dike û ev kûrbûn wê di çarçoveya ji nû ve avabûnê de gerîlatiya serketinê biafirîne."

JI ALIYÊ LEŞKERÎ Û TEKNÎKÎ VE PÊŞKETINÊN GIRÎNG HENE

Kawenda Herekol bal kişand ser pêşketinên di mijarên leşkerî û teknîkî de û destnîşan kir, ev pêşketin wê bibe sedema afirandina gerîlatiya serketinê. Herekol got, "Di pêngava 15'ê Tebaxê de em careke din dibînin ku bi derfetên gelekî kêm serketin tê afirandin. Di tecrûbeya me ya 36 salan a gerîlatiyê de derfetên me yên perwerdeya leşkerî, branşbûyîn û bikaranîna derfetên xwe bi rengekî profesyonelî xurtir bûne. Derfetên me yên leşkerî û teknîkî zêdetir bûne, pêşketinên girîng hene. Lewma wê di çarçoveya partîbûnê de pêngav bê kirin, gerîlatî bê xurtkirin û bi asteke nû profesyonel bibe. Ev yek wê bi hostatiya taktîkê re bibe yek û gerîlatiya serketinê wê bê nîşandan. Konsepta êrîşê ya dijmin ku bi teknîk, îstîxbarat û şerê taybet dike wê were têkbirin. Vejîna ku di çaryeka dawî ya sedsala 20'an de bi Pêngava 15'ê Tebaxê afirî wê bi gerîlatiya modernîteya demokratîk a sedsala 21'ê di çarçoveya ji nû ve avabûnê de rizgariyê misoger bike û bi ser bikeve. Em bi vê biryardariyê sala 36'an a Pêngava 15'ê Tebaxê pêşwazî dikin û bi biryardarî û îdîaya serketinê cejna vejîn û rizgariyê pîroz dikin."