Ji vekirinê têr nebûn: Deriyê sînor wê cara 9’an were vekirin
Dêriyê Sînor ê Kapikoy Raziyê yê ku beriya her hilbijartinê tê rojevê, tê payîn ku vê carê jî ji bo referandûmê were vekirin.
Dêriyê Sînor ê Kapikoy Raziyê yê ku beriya her hilbijartinê tê rojevê, tê payîn ku vê carê jî ji bo referandûmê were vekirin.
Deriyê Sînor ê Kapikoy Raziyê yê li navçeya Seravê ya Wanê ye, cara pêşîn bi protokola di navbera Îran û Tirkiyeyê di 18’ê Tîrmeha 2009’an de hate vekirin. Lê piştî vekirina formalîte ya ku tu amadekarî lê nehatibû kirin, salek şûnde di 2’ê Adara 2010’an de derî dîsa hate vekirin. Hê gelê herêmê ji ber vekirina derî şad dibû, derket holê ku derî dîsa bi awayekî formalîte vebûye. Piştî demeke kurt di heman salê de di 24’ê Cotmehê de derî dîsa bi merasîmekê hate vekirin. Hê AKP bi van vekirinên formalîte re xwe dipesinand, derî dîsa di 30’ê Çileya 2011’an de bi merasîmeke din hate vekirin
VEKIRINA LI SER VEKIRINÊ!
Vekirina derî di manşetan de wekî “Ji bo gelê herêmê gava ekonomîk” cihê xwe digirt, lê aboriya herêmê ji dêvila sabîtbûnê, bi paş ve çû. Piştî vekirina 2009’an bi merasîmeke fermî 16’ê Nîsana 2011’an de derî dîsa hate vekirin. Hikumeta AKP’ê ya ku seronomiya vekirina derî dubare dikir, ji bo ku pêşiya serkeftina HDP’ê bigire, berî hilbijartina 1’ê Mijdara 2015’an bi çend rojan dîsa derî vekir. Beriya vekirinê Berendamê Parlementeriyê yê Wanê yê AKP’ê û Alîkarê Kevn ê Serokwezîr Beşir Atalay kete dewreyê û got “Piştî demek kurt dê derî dîsa were vekirin. Ez ê bi xwe werim derî vekim.” Di 16’ê Nîsana 2016’an de bi merasîmeke din derî dîsa hate vekirin lê çûn û hatin tune bû. Derî piştî vê dîrokê ji ber sedema “ewlehiyê” hate girtin lê dûre dîsa bi merasîmekê hate vekirin.
NE BINESAZÎ HEYE NE JÎ TESÎS
Ji ber ku ji referandûma 16’ê Nîsanê re demeke kurt maye, hikumetê derî dîsa anî rojevê. Qanûna ji bo bazirganiya li ser deriyên sînor, ji aliyê AKP’ê ji meclîsê hate derbas kirin. Tê payîn ku derî di mehên pêşiya me de, cara 9’an were vekirin. Lê gelek qelsî û kêmasiyên deriyê sînor heye yê ku heta niha gelek caran hatiye vekirin. Aliyê Tirkiyeyê yê derî her derê wê wekî sergo ye, tesîsên ku divê li ser deriyên sînor hebe jî, li vê derê tune. Li holikên li ber derî jî xwarin û vexwarin bi awayekî bê tendirustî tên firotin. Daşirek tune ye ku mirov karibin li wê derê pêdiviyên xwe bi cih bînin.
‘BILA WEKÎ FIRSENDA HILBIJARTINÊ LÊ NENIHÊRIN’
Welatiyan diyar kirin ku Deriyê Sînor ê Kapikoyê bi vî halê xwe tu tevkariya wê li aboriya Wanê tune ye û gotin ku, heta niha gelek mirov ji ber sedema ku bi qaçaxî li ser sînor bazirganî kirine, li ser xetên sînor hatine kuştin û jiyana xwe ji dest dane. Hemwelatî diyar dikin ku, em hêvîdar in bi deriyê sînor re kêşeyên aboriyê çareser bibin, kuştinên li ser sînoran bi dawî bibin lê derî bi vî halê xwe nikare bendewariyên me cih bîne.
Di heman demê de welatiyên diyar kirin ku, hêviya wan ev e ku deriyê sînor ne wekî firsendeke ji bo hilbijartinê, divê ji bo rewşeke wisa be ku tevkariya wê li jiyana ekonomîk hebe.