Ji sirgûnê vegera li çiyê

Amara Ronahî ku ji ber zexta dewleta Tirk neçar ma tevî malbata xwe ji Dersimê koç bike, di nava PKK'ê de jiyana azad dît û sala 2011'an tevlî nava refên gerîla bû.

Bêguman gelek gelên ku nasnameya xwe înkar nekirin rastî komkujiyan hatin. Gelê Kurd jî bi têkoşîna xwe ya ji bo azadî û hebûna xwe vê rastiyê bi şênberî radixe pêş çavan. Li pêşberî vê rastiyê leheng, jin û mêr ên ciwan ên Kurdistanî serî netewandin, xwe li çiyê girtin, berê xwe dan çiyê. Yek ji van jî şervana azadiyê Amara Ronahî ye ku li dijî lîstikên qirêj ên dewleta Tirk a faşîst serî netewand. Di meşa xwe ya li çiyê de ku zêdeyî deh salan dewam kir, rojekê jî tawîz neda û bersiva herî mezin da dewleta Tirk.

Malbata Laçîn a ji Dersimê, ji ber polîtîkayên sirgûnê yên dewletê neçar ma ku li metropolên Tirkiyeyê bi cih bibe. Ji zarokên malbatê yên timî di nava lêgerînekê de bûn Gamze Laçîn di dema xwendekariyê de tevlî nava karên partiyê bû. Di nava sîstemê de timî pirsa 'çima' li xwe dikir û bi vê nakokiyê ji sîstema faşîst a dewleta Tirk qut bû. Baweriya xwe bi wê yekê anî ku jiyana esîl bi rengekî azad di nava têkoşîna gelê Kurd de ye û biryar da tevlî nava refên PKK'ê bibe. Ev biryar jî di sala 2011'an de da û ji bo tevlî nava jiyana gerîla bibe berê xwe da têkoşîna azadiyê.

Kesayetiya berxwedêr a Elewîtiya Dersimê ya jin a Kurd a leheng Gamze Laçîn li hemberî zor û zehmetiyan jê re bû pûsûla. Li çiyê destpêkê çû eyaleta Erzîromê. Gamze Laçîn ruhê esîl ê Dersimê bi çiyayên Erzîromê re kir yek û di jiyana nû de êdî li çiyê bû Amara Ronahî. Meşa li çiyê hîn bû. Li çiyê hînî jiyanê, serbilindî û şerê li dijî dijmin bû. Jiyana PKK'ê ji Ronahiyan, hevrêtiya PKK'ê ji Mahîran hîn bû. Nirxên ku PKK'ê dike PKK, ji Jêhatan hîn bû. Bedewiya çiyê li vê derê nas kir.

Eşqa wê ya li jiyanê, li çiyê pêşengî jê re kir. Dilsoziya wê ya bi hevrêyên wê re timî jê re bû alîkar. Her tim hewl da bersivê bide nakokiyan. Li ser vê bingehê her tim Rêbertî xwend, hewl da di feslefe û îdeolojiya Rêbertî de li xwe bigere. Bi baweriya ji têkoşînê û serketinê bi gavên ji xwe bawer bênavber meşiya û her kêliya vê jiyana pîroz bi rengekî têr û tijî jiya.

Bi berpirsyariya xwe û hewldanên xwe zû bû fermandar. Amara Ronahî ji bo pêşengiyê ji hevrêyên xwe re bike her tim bi gavên bi biryar meşiya. Ji hêza jinê bawer kir û ji bo pêşvebirina hevrêyên xwe hêza xwe seferber kir, kedeke mezin da. Li Erzîromê, Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê kedeke mezin da. Amara Ronahî di Tebaxa 2022'an de di êrîşeke xayin a dewleta Tirk de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû. Bi nirxên manewî yên di dilên hevrêyên xwe de afirand, bi fermandariya xwe ya li nava jiyanê û şer şopeke mezin li pey xwe hişt.