Ji pêlava sporê ya kesk ber bi mekapa zer

Mekapên Zer tenê di lingên çend gerîlayên nû de hebûn. Zelal gerîlaya ciwan nîşan dide ku pêlava convers 'moda' xistiye pê.

Me jê nepirsî bê ji ku derê hatiye çiyayên Kurdistanê, ji ber ku şervaneke nû bû me nexwest je bipirsin. Em 'li merasîma mezûniyetê' ya şervanên nû ye. Ji me re dibêjin, 'ji ber ku hevalên me yên li vê derê şervanên nû ne, em naxwazin kifş bibin' û ji me dixwazin ku em li derveyî qada merasîmê dîmenan bikişînin. Me jî qebûl kir û ji bo şopandina merasîma mezûniyetê em çûn devera ku nîşanî me dan.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê bi rengekî fermî dest pê dike. Şervanên nû yên HPG-YJA Starê, bi tîmên ji 3 ya jî 5 kesan li dora maseyeke ku wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çek û ala PKK'ê li ser e sondê dixwin. Gerîlayên ciwan an jî namzetên gerîla bi kelecanî ne. Zanin ku her tiştên wan dîtine nû ne û wê êdî dest bi jiyaneke nû bikin.

Ji ber ku şervanên nû ne, di lingê wan de hîn jî pêlavên ne yên çiyê hene. Hinek ji wan bi krampon, hinek jî bi pêlavên sporê yên biharê ne. Tenê çend gerîlayên nû mekapên zer xistine pê. Zelal gerîlaya ciwan nîşan dide ku pêlava convers 'moda' xistiye pê.

Merasîm bi dawî dibe, 'moral' a bi stranan, skêçan û şahiyê dest pê dike.

Şervanên nû, piştî merasîmê wê berê xwe bidin qadên xwe yên wezîfeyê. Gerîlaya ciwan a ku pêlava convers a sporê ya kesk di lingê wê de bû, wê biçûya Girê Partîzan. Ji ber ku pêlava wê bala me kişand, me xwest xwe bigihînin wê. Lê dema ku me xwe gihand wê, me dît ku tişta em li bendê me nedît. Ji me re got, 'Nedibû ku bi wê pêlavê biçim ser gir. Min bi hevaleke xwe re pêlava xwe guhert'.  Û bi lez û bez ji bo xwe bigihîne hevalên xwe ji gel me çû.