‘Ji min re qala partiyê kirin, tevlî bûm’

Avaşîn ji bo Çiya Amed cihê tolê ji dijmin hilîne û berdêlê jê bixwaze bû. Bê rawestan şer kir û piştre navê xwe li Avaşîn da nivîsîn.

Xetên rû îfadeyeke welê ya ku hêrs û xweşiyê bi hev re li xwe dihewîne ye. Heman demê mîna Herikîneke bê lebat a ewran.

Navê wî Bariş bû. Dayika wî ya hesreta welat, ji bo ewladê wî vê mîsyona xwe bi cih bîne, ev nav lê kiribû. Bariş Tektaş, bi navê xwe yê din Çiya Amed…
Li Amedê hate dinê û mezin bû, li wir partî nas kir û tevlî têkoşînê bû. Salên destpêkê yên naskirina partiyê wiha vedibêje:

“Dema çûm dibistanê, nakokî destpê kiribûn. Me nedikarî zimanê xwe baxivin. Dema dihatim mal zimanek cuda, li dibistanê zimanek cuda bû… Çend carî min hewl da ku tevlî gerîla bibim, lê her demê hevrêyan digotin; ‘hê tu biçûkî’. Lê dijmin bê ku li temenê me yê biçûk binêre êşkence li me dikir. Heta zêdetir di ser me yên biçûk de dihatin, êşkence dikirin. Ez çima xwe li êşkenceyên dijmin ragirm; çima di nava sîstemeke ku ne ya min û hebûna min qebûl nake, hêdî hêdî xwe winda bikim? Bi van ramanan tevlî gerîla bûm.”

RAST Û BÊTIRS BÛ

Dema tevlî gerîla bû, bi îfadeya herî sade û berbiçav, rastiya gelê Kurd û Kurdistaanê ya li Tirkiyeyê derdixist holê. Yek ji sedemê herî esasî ew bû ku bi zimanê xwe neaxive, bi çanda xwe ya ku hebûna xwe temsîl neke bû. Çiya gihişte wê yekê ku divê ev yek bê guherîn, rastiya ku vê yekê jî bi destê xwe xêz bike her rojê dijî. Cesaret, rast û bêtirsiya wî ya ku di temenê ciwantiyê de pêre hebû, Çiya afirandibû. Jiyana rast û dirûst a gerîla ew bandorkiribû û girtibû nava xwe.

‘JIYANEKE KU MIN DIXWEST BIJÎM’

Çiya wiha domand: “Dema partî ji bo min vegot, hatim. Jiyana gerîla rastiya min îfade dikir. Min digot, ev e jiyana ku ez dixwazim bijîm. Qala jiyaneke bi edaletê ya ku bi şer hatî qezençkirin dikim. Keda ku di jiyana gerîla de hatî dayîn, nêzîkatiya gel a ji bo gerîla, rêzdariya gerîla ya ji bo gel, ji bo gel dayîna berdêl, mirin jî bi wate dikir. A me gavavêtineke serîrakirinê ya li ber sîstemê ye. Em ji bo azad bijîn, mirov xwe li ber yên ji bo azad bijîn, feda dike, îdeolojiya PKK’ê, keda Rêber Apo ya bi salan, deyndar hîs dike.”

Hevoka ‘Partî vegotin û hatim’ îfadeya herî vekirî û zelal e. Bersiva herî zelal a ji bo hemû nakokiyên cîhanê li xwe digire ye.

BÊ RAWESTAN MEŞIYA, HER KU NAS KIR PÊ RE XWE KIR YEK

Çiya piştî perwerdehiya leşkerî bû gerîla. Li ser sekna xwe ya dirûst û cesaret, sekna cidî û disiplîna leşkerî zêde bû. Seknek rûmet nîşan da. Çû Avaşîn û li vir ezmûnek pratîkê girt. Xwest biçe Zagrosan, qadên ku li wir gerîla bûn leheng, zoriyên wan, lehengiyên wan bibîne. Bê sekin meşiya. Her ku nas kir pêre xwe kir ye. Her ku pêre bû yek, pispor bû. Bê ku enerjî, hêz wî kêm bibe, bi ser dijmin ve çû. Zorî-zehmetiyên gerîla, serma û hênikî nas kir.

NAVÊ XWE LI AVAŞÎNÊ NIVÎSAND

1’ê Tîrmeha 2020’ê bi komeke hevrêyên xwe re , li Avaşîn a yek ji qadên Zagrosan, ji bo erkekê berê xwe da Girê Xwedê û Girê Bayrak. Ev der ji bo wî cihê tolê ji dijmin hilde, berdêlan jê bigire. Piştî bi dijmin re şer kir û şûnde navê xwe li Avaşîn da nivîsîn.