Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Ji Konyayê rêwitiya ber bi çiyayên azad ve

Serdem Qamişlo piştî êrîşa DAÎŞ’ê ku koçberî Konya bû, PKK nas kir û beşdarî gerîla bû got; “Cara destpêkê di parêznameyên Rêbertî de bi têgiha “Azadî” ya bêkêmasî re rû bi rû mam.”

Gerîlayê HPG’ê Serdem Qamişlo ku ji Şamê ji dayik bûye û cara destpêkê li Konyayê navê PKK’ê nas kir diyar kir ku azadiya hemû gelên Rojhilata Navîn bi Têkoşîna Azadiya Kurd re derbas dibe. Qamişlo çîroka beşdarbûna xwe ya nava refên gerîla ji ANF’ê re vegot. Serdem Qamişlo sala 1988’an de li Şamê di nava malbatekî Ereb û Elewî de ji dayik dibe. Qamişlo li Şamê beşa hiqûqê xwend û sala 2008’an li Sûriyeyê leşkerî kir.

Piştî qedandina leşkeriyê li gorî kevneşopiya malbatê dizewice. Gerîla Serdem ku xwediyê zarokekê ye di sala 2013’an de piştî êrîşên DAÎŞ û El Nûsrayê neçar dimîne koçberî Tirkiyeyê dibe. Serdem dema ku li Tirkiyeyê dimîne cara destpêkê navê PKK’ê ji hevalekî xwe dibihîse piştî ku parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwîne beşdarî nava refên gerîla dibe.

Gerîla Serdem Qamişlo ku di tevahiya jiyana perwerdeyê de dixwaze bibe leşker li dijî rejîma Sûriyeyê wiha nêrînên xwe tîne ziman; “Dema me li zanîngehê dixwend her tim min xwest bibim polîsekî rejîma Sûriyeyê. Di zanîngehê de du salan min hiqûq xwend. Dema xwendina hiqûqê ji bo ku bibim polîs ez beşdarî hinek ezmûnan bûm, dema ku di van ezmûnan de bi ser ketim çûm leşkeriya rejîma Sûriyeyê. Du salan min leşkertî kir. Piştî qedandina leşkeriyê şoreşa raperîna gel a li dijî rejîmê dest pê kir. Li vir min dît rejîma çawa êşkenceyê li gel dike, çawa li pêşiya azadiya gel dibe asteng. Bi vî awayî nêrînên min li dijî rejîmê guherî û min rejîma Sûriye red kir.”

CARA DESTPÊKÊ KU NAVÊ PKK’Ê BIHÎST...

Qamişlo ku di vê pêvajoyê de gelek serhildan li dijî rejîmê dît têkildarî van tevgeran jî wiha got; “OSO (Cêş el-Hur, Artêşa Azad) weke tevger destpêkê baş bû, hedefeke wê hebû. Piştre ji cewhera xwe derket dizî û talan kir. Ji ber vê sedemê gel ew qebûl nekirin. Piştî ku min ev nêzikatiya wan dît ez beşdarî wan nebûm. Dîsan Eniya El Nûsra (Cebhet el Nûsra, Cephe Serketinê) tevgerekî bi armanca dîn derketibû. Ji derveyî Misilmantiyê hemû olên din red dikir.

Ji ber vê sedemê gelek zext û zilm li ser gelên ji pêkhateyên cuda û baweriyên cuda pêk anîn. Wê demê Zehran Elûş berpirsê Cebhet El Nûsra bû, dema ku gel li dijî wan derdiket çawa ambargoyên mezin li ser gel pêk dianî min dît. Weke rejîma Sûriye gel diavêtin zindanê û êşkence li wan dikir. Yanî di aliyê pratîk û hişmendiyê de ji rejîma Sûriyeyê ti ferqekî wan tine bû û ji ber vê jî min ew nepejirand.”

Gerîlayê HPG’ê Serdem Qamişlo piştî zêdebûna êrîşên DAÎŞ û El Nûsra yên sala 2013’an neçar ma koçberî Tirkiyeyê bibe û dema li Tirkiyeyê qala bîranîna xwe ya bi hevalekî xwe yê Tirkmen re kir û got; “Di rêwitiya min a ber bi Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ve destpêkê li Stenbol, Entalyz, Nisêbin û herî dawî li bajarê Konya mam. Li Konyayê min karek dît û dest bi kar kir. Rojekê bi hevalekî xwe yê Tirkmenê Sûriye re dimeşiyam. Di dema meşê de li avahiya MÎT’ê teqînek çêbû û komeke bi alaya Tirk li cihê bûyerê kom bûn min dît.

Ez li hevalê gel xwe vegeriyam û min got; ‘Ev protestoyekî serhildanali dijî dewletê ye?’Hevalê min jî got; ‘Ev der Konya ye, gel ti caran cesareta vê nake, ev li qadê ji ber PKK’ê ji teqînê berpirsyar dîbînin, PKK’ê protesto dikin’. Min cara destpêkê peyva ‘PKK’ li wir bihîst. ‘PKK çi ye?’ dema min pirs kir got;‘tu nizanî’. Min got na nizanim. Piştre got; ‘dev jê berde demeke dirêj e şerê PKK’ê bi Tirkiyeyê re heye, tu serê xwe bi van ve ne êşîne’.”

YPG ARTÊŞEKE GEL E

Gerîlayê HPG’ê Serdem Qamişlo got ku dema vegeriya malê karê destpêkê lêgerîna li ser înternetê ya PKK’ê bû û çavdêriyên xwe yên têkildarî tevgera PKK’ê wiha anî ziman; “Dema li ser înternetê min PKK nivîsan destpêkê wêneyên Rêbertî derket, piştre hinek nivîsên têkilarî fikrên Rêbertî min dît û xwend. Bi vê re hemû lêhûrbûna min felsefeya Rêbertî bû. Piştî ku min parêznameyên Rêbertî xwend şêweyê lênêrîna jiyanê ya min guherî.

Dema ez diçûm kar demildest min dixwest vegerim mal û pirtûkên Rêbertî bixwînim. Gelek ji fikrên Rêbertî bandor bûm. Li dijî Rêbertî girêdanbûnekî min pêş ket. Di parêznameyên Rêbertî de cara destpêkê min têgiha “azadî” ya bê kêmasî re rû bi rû mam. Di sîstemê de cewhera vê têgihê tine ye. Sîstem li ser bingeha îdeolojiya lîberal kapîtalîzm têgihekî azadî ya ji rêderketî ya takekesî ava kiriye, ya Rêber Apo qala wê dike; azadiya gel û civakê ya li ser tewerê jinê ye.”

Qamişlo destnîşan kir ku dema vegeriya Şamê ji bo hê zêdetir ji nêz ve şoreşa gel a Rojava ku li ser felsefeya Ocalan nas bike, sala 2015’an berê xwe dide Qamişlo û got: “ Dema li Qamişlo min çavê xwe vekir sîstema xweser a YPG ava kiribû dît. Li vir YPG ji bo azadiya gelên Rojhilata Navîn û hemû mirovahiyê; artêşeke gel a li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer kiriye. Min gelek hevalên di nava YPG’ê de nas kir. Ji bo hê zêdetir felsefeya Rêbertiyê fam bikim, tim min pirs ji wan dikir û li ser ramanên Rêbertiyê nirxandin dikir. Min ji ramanê Rêbertiyê fam kir ku; Rêbertî ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn azad û wekhev bijîn têkoşînê dike. Ji bo li gel van li dijî DAÎŞ’ê têbikoşim, li Qamişlo min di nava asayîşa YPG’ê de cih girt.

’HETA YEKÎTIYA GELAN PÊK BÎNIN ŞER BIKIN’

Serdem Qamişlo yê piştî demekê diyar di nava YPG’ê de cih girt sala 2018’an berê xwe da nava refên gerîla û hestên xwe yên li nava refên gerîla jî wiha tîne ziman: “Li çiyan piştî şervantiya nû heta astekê di warê îdeolojî û leşkerî de xwe pêş xist. Hê zêdetir ramanên Rêbertiyê min fam kir, min fam kir ku şerê mezin ne bi çek; di nava jiyanê de şerê bi kesayetiya xwe re ye. Dizanî bê ka ji bo çi şer dikî, hê zêdetir hêzê dide mirov. Ji ber ku şerê me ne ji bo avakirina dewletekê, şereke ji bo azadiya hemû gelan e. Li nava gerîla bi her awayî jiyanek wekhev heye, li vir jin jî mêr jî bi awayekî wekhev dijîn.

Li nava gerîla jiyanek cuda heye, bê ku bêje germ e, sar e, di nava her şert û mercî de bi awayê komunal bi hev re di her mijarê de dibin alîkar. Ruhê hevrêtiyê yê li vir li ti deverê mirov nabîne; Ji ber ku ev hevrêtî îfadeya xweser a PKK’ê ye.”

Herî dawî Serdem Qamişlo ji bo hemû gelan bi taybet gelê Ereb ev got: “Werin em bi he ve li dijî sîstema kapitalîsy, mêtînger û hişmendiya dewletparêz şer bikin. Di sala 2020’ê de şêwazê şerê me hate guhertin, bi vê guhertinê re werin ji bo azadî, yekîtiya gelan û bihevrebûnê heta dawî şer bikin.”