Ji HPG’ê daxuyanî: 14 leşker hatine kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li Qers 3, li Bedlîs 5 û li Amedê herî kêm 6 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya ku têkildarî çalakiyên gerîla û operasyonên artêşa Tirk agahî da, detayên çalakiyên li Amed, Qers û Bedlîsê hatin lidarxisin jî parvekir.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev agahî hatin dayîn:

QERS

25’ê Nîsanê artêşa Tirk li herêma Dermîrkapi ya girêdayî navçeya Kaxizman a Qersê operasyonek hatiye destpêkirin. Hêzên me di heman rojê de li dijî baskek ên operasyonê çalakiyekî sabotajê lidar xistin. Di vê çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin û 6 leşker jî hatine birîndarkirin. Piştî çalakiyê helîkopterên bi tîpa Kobra herêm bi ketober bomberdûman kirine. Operasyon 26’ê Nîsanê bê ku encamekê bigire vekişiyaye.

BEDLÎS

20’ê Nîsanê artêşa Tirk li derdorî gundên Horê, Germav, Olekojor, Olekajêr û Papizix a li herêma Şehîd Mizgîn a girêdayî Bedlîsê dest bi operasyonekê kirine. Artêşa Tir a ku li ser rêyên gund xedek kolabûn, li gel yekîneyên kontra û cerdevanan ketine herêmê. Dîsa di heman rojê de saet 17:30’an li ser bersivdayîna hêzên me ya li dijî operasyonê şer derket û di vî şerî de jî 5 leşker hatine kuştin û gelek leşker jî hatine birîndarkirin. Dîsa hêzên me li dijî komekî leşker çalakiyekî sabotajê lidar xistine. Di vê çalakiyê de jimara kuştî û birîndaran nehate zanîn. 21’ê Nîsanê helîkopterên bi tîpa Kobra herêm bi ketober bomberdûman kirine. Operasyona 24’ê Nîsanê bi awayekî berfireh didome, 26’ê Nîsanê jî bê ku encamekê bigire vekişiyaye.

AMED

Artêşa Tirk 20’ê Nîsanê li 7 gundên navçeya Pasûr a Amedê qedexeya derketina derve îlan kiribû. Artêşa Tirk ku qontara Arkatin, Çiyayê Dorşîn û qontarên wê, Çiyayê Şehîd Hemze, Deriyê Mêrga, Sînak, Goma Dayika û devera Kela Sor digire nava xwe dest bi operasyonekê kiriye. 21’ê Nîsanê saet di 06:00’an de helîkopterên bi tîpa Kobra, obus û hewanan herêma operasyonê hatiye bomberdûmankirin. Hêzên me 22’yê Nîsanê di saet 19:00’an de li devên Serkendal û Eskar komekî leşker xistine kemînê. Di çalakiya li vir de 6 leşker hatin kuştin. Dîsa heman rojê saet 19:30’an de hêzên me, li dijî komekî leşker çalakiyekî sabotajê lidar xistine. Di vê çalakiyê de jimara kuştî û birîndarên leşkerên Tirk nehate zelalkirin. 23’ê Nîsanê saet 06:30’an de helîkopterên bi tîpa Kobra devera Geliyê Esksr bi qasî saetekê bomberdûman kiriye. Dîsa heman rojê saet 13:00’an de di navbera komekî gerîlayên me û leşkeran de şer derketiye. Di şerê li vir de kuştî û birîndarên leşkerên Tirk çêbûne û 2 gerîlayên me yên jin şehîd bûne. Dîsa heman rojê artêşa Tirk ketine nava malên vala yên li devera Eskar ziyan dane avahiyan. Operasyon 23’yê Nîsanê di saetên şevê de paşve vekişiyane. Çalakiyên li dijî leşkerên derketine operasyonê ji bo bîranîna hevalên li eyaletê şehîd ketine hatiye lidarxistin.

LI COLEMÊRG Û ŞIRNEXÊ OPERASYON

24’ê Nîsanê saet 10:30’an de gerîlayên me li dijî Tabûra Milê Gurya ya Şirnexê çalakiyek lidar xistine. Di vê çalakiyê de jimara kuştî û birîndarên leşkerên Tirk nehatiye zelalkirin.

27’ê Nîsanê saet 14:00’an de leşkerên Tirk li devera Deriyê Grana û Govendê ya li ser sînorê navçeya Gevar a Colemêrgê dest bi operasyonekê kirine. Operasyon hê jî didome.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

27’ê Nîsanê saet di navbera 14:00- 15:00’an de balafirên şer ên artêşa Tirk devera Derarê ya girêdayî herêma Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kiriye.