Ji çêkirina qesr û girtîgehan re pere heye, ji gel re nîne

Hikumeta AKP-MHP'ê ku bi zorê pere ji gel dide hev, bi milyonan lîre pereyî li çêkirina qesr û girtîgehên li Kurdistanê dide.

Hikumeta AKP'ê di bin navê 'bexşkirinê' de pereyan ji gel kom dike. Lê di heman demê de ji bo Qesra Tayyîp Erdogan a li qiraxa Gola Wanê ya li navçeya Xelat a Bedlîsê 125 milyon lîre, ji bo girtîgeha nû ya ji 800 kesî ya li navçeya Erdîş a Wanê jî 100 milyon lîre şand. Li navçeya Erdîşê ku nifûsa xwe 200 hezar kes e û li navçeya Xelatê ku nifûsa xwe 41 hezar kes e, 85 ji sedî yê gel xizan û bêkar e. Hikumeta AKP'ê jî bi milyonan pereyên di bin navê 'bexşkirinê' de kom kiriye ji bo çêkirina Qesra Erdogan û girtîgeha li Erdîşê dişîne.

Di vê demê de ku dewletên cîhanê hemû li dijî şewbê têdikoşin û piştgiriya madî didin gel, Tirkiye pereyan li çêkirina Qesra Erdogan û girtîgehên nû dide. Li navçeya Xelat a Bedlîsê kar^eçêkirina Qesra Erdogan a li qiraxa Gola Wanê didome. Dadgeha Destûra Bingehîn ji ber ku qanûna peravê binpê dike beriya niha projeya qesrê betal kiribû. Lê belê karê çêkirina qesrê nesekinî. Maliyeta Qesra Xelatê ya Erdogan ji 30 milyon lîreyî gihîşt 125 milyon lîreyî. Qesra Erdogan a li Xelatê ji aliyê Şîrketa Guryapi Taahhut ve tê çêkirin ku xwediyê wê Hasan Gursoy e û hevalê Erdogan ê lîseya îmam hatîp e.

GIRTÎGEHÊN NÛ NÎŞANEYA DIJMINATIYÊ YE

Li navçeya Erdîşê ya Wanê jî kêm maye ku girtîgeha nû biqedîne ku ji bo 800 kesî tê çêkirin. Girtîgeh li qadeke ji 64 hezar û 189 metreçargoşeyê tê çêkirin û heta niha 100 milyon lîre lê hatiye dayin. Tevî ku li Wanê 6 girtîgehên mezin hene, çêkirina girtîgeheke nû nîşaneya şênber a hikumeta AKP-MHP'ê ya li Kurdan e.