'Ji bo xweseriya Şengalê em ê heta dawiyê têbikoşin'

Hevseroka Meclîsa Rêveber a Şengalê diyar kir, ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên li herêmê hevdîtinên wan ên bi hikumeta navendî ya Iraqê re dewam dikin û got, "Ji bo xweseriya Şengalê em ê heta dawiyê bixebitin."

Hevseroka Meclîsa Rêveber a Şengalê Rîham Hico, li ser hevdîtinên navbera Meclîsa Rêveber a Şengalê û hikumeta navendî ya Iraqê ji ANF'ê re axivî.

Hico bal kişand ser aloziyên di dema dawî de li ser Kerkûk, Mexmûr, Şengal û hin deverên din, ku rêveberiya Başûrê Kurdistanê radestî artêşa Iraq û hêzên Heşdî Şabî kir û got, ev alozî ne tenê li van herêmên navborî, lê bandorê li tevahiya Kurdistanê dike.

Hico diyar kir, ku li ser rewşa Şengalê hevdîtinên wan bi hikumeta navendî ya Iraqê re dewam dikin û wiha axivî: "Weke Meclîsa Rêveber a Şengalê, têkildarî rewş û aloziyên li Başûrê Kurdistanê hta niha ti astengî di navbera me û hikumeta navendî de çênebûne. Hevdîtinên me dewam dikin û heta ji destê me bê em ê nehêlin di navbera me û hikumeta navendî de alozî derkeve. Weke Meclîsa Rêveber a Şengalê bi her awayî em hevdîtinên xwe yên bi rêveberên payebilind ên hikumeta navendî re didomînin. Hin mijar hene em pêşniyar dikin, lê ew qebûl nakin. Hin mijar jî hene ew pêşniyar dikin, lê em qebûl nakin. Li herêma Şengalê li ser hin xalên sereke me û wan li hev kirine. Piştî ku Meclîsa Rêveber a Şengalê hate avakirin, me dest bi birêxistinkirina meclîsên gundan ên Şengalê kir. Di heman demê de me gelek saziyên xwe ava kir û dest bi kar kir."

MECLÎSA RÊVEBER A ŞENGALÊ BÛ HÊVIYA GELÊ ŞENGALÊ

Rîham Hico anî ziman, ku bi avabûna rêvebriya Şengalê re gelê Şengalê ji bo hûnandina jiyaneke nû zend û bend ba da û destnîşan kir, ku ev rêveberî bû hêvî ji gel re.

Hico bi bîr xist, ku beriya fermana 73'an civata Êzidî ti carî xwe weke îradeyekê nedidît û her tim çavê wan li cihekî din bû û timî di rewşeke bêhêvî de bû. Hico got, "Piştî fermana 3'ê Tebaxa 2014'an, ji bo careke din ferman lê ranebe, civaka Êzidî biryar da ku xwe bi xwe biparêze û bi rê ve bibe. Meclîsa Şengalê ne girêdayî ti kesî ye. Girêdayî îradeya gelê Şengalê û civaka Êzidî ye. Di heman demê de armanca Meclîsa Rêveber a Şengalê pêkanîna daxwazên gel û xizmeta civaka Êzidî ye."

XIZMETÊN MECLÎSÊ JI BO GELÊ ŞENGALÊ

Rîham Hico derbarê karên Meclîsa Rêveber a Şengalê de jî got, "Piştî ku Şengal hate rizgarkirin, gelê Şengalê meclîsa xwe ya rêveber ava kir û dest bi kar kir. Bi vê yekê re civaka Êzidî pêl bi pêl li cih û warên xwe vegeriya. Bi alîkariya Şaredariya Gel a Şengalê, pêdiviyên gel jia liyê Meclîsê û Şaredariyê ve hatin bicihanîn. Her wiha dibistan ji bo xwendekaran hatin vekirin, nexweşxane hatin amadekirin û lûleyên ji bo ava vexwarinê hatin danîn. Ji bo gelê me bêçare nemîne çi ji destê me tê em dikin."

Hico di dawiya axaftina xwe de got: "Ji bo em li ser rewşa herêmê bigihêjin çareseriyekê em ê heta dawiyê bi hikumeta navendî re di nava hewldan û hevdîtinan de bin. Di heman demê de, wê heya dawiyê meclîsa rêveber hem ji bo xweseriya civaka Êzidî êzidî, hem jî ji bo armancên civaka Êzidî bixebite."