Ji bo sekinandina hilweşandina Sûrê kampanyaya îmzeyan

Bi şîara "Sûr a li Amedê cîhana me ya hevpar e, bila hilweşandin were sekinandin" kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin.

Platforma "Ji Hilweşandina Sûrê re Na" bi şîara "Sûr a li Amedê cîhana me ya hevpar e, bila hilweşandin were sekinandin" kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin. Ji bo kampanyayê li Odeya Endezyarên Elektrîkê ya Şaxa Amedê daxuyaniya çapemeniyê hate lidarxistin. Hevberdevkên platformê Talat Çetînkaya û Buşra Cîzrelîogullari û endamên platformê beşdar bûn.

Hevberdevkê Platformê Talat Çetînkaya got ku Platforma "Ji Hilweşandina Sûrê re Na" ya ku li Stenbolê hatibû lidarxistin wê li Amedê jî were li dar xistin.

Çetînkaya diyar kir, têkildarî hilweşandina Sûrê bi sefîrên 16 welatan civiyane û got têkiliyên bi saziyên Ewropayê re jî didome. Çetînkaya ji bo sekinandina hilweşandina Sûrê banga bihistyariyê kir.

'EM Ê BIBIN DENGÊ GEL'

Hevberdevka Platformê Buşra Cîzrelîogûllari daxuyanî xwend û diyar kir ku ew ê bibin dengê gelê Sûrê û heta ku "veguherîna civakî" were sekinandin wê bibin dengê gel.

'EM XWEDÎ LÊ DERKEVIN, HILWEŞANDINÊ BIDIN SEKINANDIN'

Cîzrelîogûllari diyar kir ku divê hemû kes, sazî, rêxistinên mafan, partiyên siyasî, komele, odeyên pîşeyî û hemû hêzên demokrasiyê xwedî li Sûrê derkevin û bibin dengê gelê Sûrê. Divê em xwedî li Sûrê derkevin û pêşiya hilweşandinê bigirin.

KAMPANYA

Cîzrelîogûllari diyar kir ku ew dixwazin daxwazên meşrû yên taxa Alîpaşa û Lalebeyê têxin rojeva cîhanê û bi şîara "Sûr a li Amedê cîhana me ya hevpar e, bila hilweşandin were sekinandin" kampanyaya îmzeyan dane destpêkirin.

Cîzrelîogûllari got ku, "Kampanyaya me ya îmzeyan wê li ser medyaya civakî û bi awayê îmzedanê bidome. Kes û saziyên li derveyî Amedê dikarin ji ser hesabê @SûrPlatformu yê twîtterê xwe bigihînin kampanyayê."

Cîzrelîogûllari got, "Em bawer dikin bi têkoşîn û baweriya gelan a hevpar em dikarin vê hilweşandinê bidin sekinandin û em gazî hemû derdorên bihistyar dikin ku piştgiriyê bidin kampanyaya me û xwedî lê derkevin. Ji ber ku zemîna daxwazên me yên meşrû gel in. Gel naxwaze ji Sûrê derkeve. Em dixwazin ji bo ku gel karibin xaniyên xwe ji nû ve ava bikin, derfet werin dayîn."