Ji bo Kurdî hîn bibe hate Kurdistanê

Jina Îngilîz a bi navê Nicky Cvane ji bo ku hînî zimanê Kurdî bibe hate Kurdistanê û di nava sê mehan de hînî Kurmancî û Kirmanckî bû. Nicky Cvane diyar kir ku ji Têkoşîna Azadiyê ya Gelê Kurd bandor li wê kiriye.

Nicky Cvane di sala 1943’an de li gundê Dunley yê girêdayî navçeya Srourport a Severnê hatiye dinayayê. Cvane li gundê Dunleyê mezin bûye û bi salan li dêra gund perwerdehî daye kesên astengdar û bi kesên astengdar re eleqeder bûye. Cvane, destpêkê di sala 2015’an de hate Amedê û gelek ji vî bajarê qedîm hez kiriye. Cvane dibêje, ew bûye evîndara bajarê Amedê û Amed cihek xwe yê taybet li gel wê heye. Cvane anî ziman ku piştî 4 salan bi daxwaza zimanê Kurdî hîn bibe hatiye Amedê û got, demek dirêje ew Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd nas dike û her demê ji bo Kurdan duayan dike.

‘EZ DILDARÊ TÊKOŞÎNA KURDA ME’

Cvane da zanîn ku ji bo Kurdî hîn bibe û çanda Kurdewarî lêkolîn bike hatiye Kurdistanê. Cvana destnîşan kir ku çiqas li bajarê Kurdistanê geriya ye, ewqasî jê hez kiriye û got: “Kurdistan cihek pir xweş û dewlemend e. Ev axa pîroz malovaniyê ji gelek çand û baweriyan re dike. Ez ji bo zimanê Kurdî bi awayek baş û di kokê de hîn bibim bajarên weke, Amed, Mêrdîn, Şirnex, Betlîs û Wanê geriyam. Di gera xwe de ya li van bajaran gelek tiştên nû li min zêde bû. Ziman û çanda Kurdan gelek dewlemende, mirov çiqas digere, tiştên nû hîn dibe. Kurd mirovên gelek baş û mêhvanperwer in. Ez destpêkê di sala 2015’an de hatim Amedê û ji vir gelek bandor bûm. Ez dildarê têkoşîna Kurdan ya azadiyê me. Ez herdemê ji bo Kurdan duayan dikim.”