Ji bo jinên Deştadarê bû namzet

Namzeta HDP'ê ya ji bo Hevşaredariya Bajarokê Deştadarê ya navçeya Hezexê ya Şirnexê Asya Arslan got, ew ji bo jinên li bajarok bûye namzet.

Yek ji deverên ku xebatên HDP'ê yên ji bo hilbijartinên xwecihî bi coş û kelecaneke mezin lê tê meşandin Şirnex e. Namzeta HDP'ê ya ji bo Hevşaredariya bajarokê Deştadarê ya navçeya Hezexê ya Şirnexê Asya Arslan li nava siyasetê mezin bûye. Hîn dema biçûk bû bavê wê şehîd bû. Bavê wê ji ber êşkenceya li Zindana Amedê şehîd bû. Sê sal piştî şehadeta bavê wê, neçar ma ji gund koç bikin. Ji dayika wê re gotin, 'Ya wê kurê te bibe cerdevan, ya jî em ê ji mala te dest bi şewitandina gund bikin'. Ji ber ku dayika wê ev qebûl nekir, hêzên çekdar ên dewleta Tirk mala wan tevî eşyayên tê şewitandin.

XWEDÎ LI DOZA BAVÊ XWE DERKET

Asya Arslan qala wê demê dike: "Piştî ku em hinekî mezin bûn, me barê dayika xwe hinekî sivik kir. Di nava vê demê de em bi malbatî tevlî çalakiyên bi navê partiyê dihatin lidarxistin bûn. Me doza ku bavê min ji me re hişt, şopand. Me xwest, ev doz tenê bi keda bavê min nemîne. Me xwest bibin ewladên ku ew pê serbilind be."

JIN WÊ BÊHTIR TEVLÎ BIBIN

Arslan ku sê salan Hevseroka HDP'ê ya navçeyê bû, piştî êrîşên li berxwedana xwerêveberiyê, hîn bi aktîf xebitî. Arslan got, "Her wezîfeya ku partiyê dida, min hewl dida bi cih bînim. Me giranî da ser karê komîsyona jinan. Ez niha li Deştadarê bûm namzet. Ji bo rengê jinê mayinde bibe û derkeve pêş bûm namzet. Ji bo jin hîn bêhtir tevlî her qada jiyanê bibin, em ê hewl bidin."