Ji bo hilanîna tola Tajdîn ê li Cizîrê hate şewitandin tevlî bû

Yek ji berxwedêrên li jêrzemînên Cizîrê hatin şewitandin, Tajdîn Kiçî bû. Xwişka mezin a Tajdîn bi navê Amara, ji bo hilîna tola birayê xwe tevlî nava refên gerîla bû.

Amara Kiçî ji navçeya Cizîrê ya Şirnexê ye, ku di sala 2015'an de dewleta Tirk bi rengekî hovane êrîşî vê navçeyê kir, şewitand, xera kir û komkujî lê kir. Amara ku ne xerîbê Têkoşîna Azaidyê ya Kurdistanê bû, xwedî sondeke taybet a tolhildanê ye. Ew niha li nava refên gerîla ye. Birayê wê Tajdîn, ji yek ji wan berxwedêran bû, ku ji ber teslîmiyet qebûl nekir, li jêrzemînên hovîtiyê yên li Cizîrê hatin şewitandin.

Amara Kiçî ya ji Cizîrê, ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir, ku wê kiryarên dewleta Tirk ti carî ji bîr nekiriye û ew ê ji bîr neke. Kiçî got, "Duh li jêrzemînan mirov hatin şewitandin. Va ye em jî weke şopdarên wan, em ê tola wan hilînin."

YEK JÊ BIRAYÊ MIN BÛ

Amara Kiçî diyar kir, yek ji mirovên li jêrzemînên Cizîrê ji aliyê hêzên Tirk ve hatin şewitandin birayê wê bû û wiha dewam kir: "Mîna Mehmet Tûnç gelek mirov li jêrzemînan hatin şewitandin. Dema ew tê bîra mirovan, mirov dibêje, divê teqez li dijî vê tiştekî bikin. Di nava mirovên hatin şewitandin de birayê min Tajdîn jî hebû. Ji bo li dijî dijminekî bi vî rengî bi xwîn xwarî êrîş dike şer bikim, ez tevlî bûm."

Amara Kiçî destnîşan kir ku armanca wê ya bingehîn hilanîna tolê ye û anî ziman, ku tevlîbûna wê îspat dike ku gelê Kurdistanê wê van kiryaran ti carî ji bîr neke. Gerîla Amara got, "Çi divê were kirin, ezê bê dudil heta dawiyê bikim."