'Ji bo civaka demokratîk û azad divê tecrîd rabe'

Parlamenterê HDP'ê yê Mersînê Ridvan Tûran diyar kir, tecrîd li dijî fikir û ramanên azad ên Ocalan e û got, "Ji bo civakeke azad û demokratîk divê tecrîd rabe û demildest gav bên avêtin."

Parlamenterê HDP'ê yê Mersînê Ridvan Tûran, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven li dijî tecrîdê tên kirin nirxand.

Tûran da zanîn, tecrîd pêngava şer a AKP-MHP'ê ya li dijî gelên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê ye. Turan anî ziman, tecrîd li dijî ramanên Ocalan ên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û Rojhilata Navîn e. Tûran destnîşan kir, dewletê li hemberî hewldanên Ocalan ên ji bo aştiyê polîtîkayên cuda xiste dewrê û wiha axivî: "Di pêvajoya çareseriyê de rêzdar Ocalan bi fikrên xwe projeyeke demokratîk û aştiyane pêşniyar kir. Lê belê dewletê li hemberî vê helwest û helwdana Ocalan polîtîkayên cuda xistiye dewrê. Tenê ne rêzdar Ocalan, bi milyonan kes tên tecrîdkirin. Li vê xakê, tecrîd ji ekolojiyê heta pirsgirêka jinê, ji pirsgirêka çînî heta jiyana civakî tesîrê li her tiştî dike. Yanî şikandina tecrîdê tê wateya gava ji bo jiyaneke demokratîk û azad." 

'TECRÎD BI BERXWEDANEKE TOPYEKÛN WÊ BÊ ŞIKANDIN'

Tûran anî ziman, qedexekirina hevdîtina Ocalan a bi parêzeran re li dijî qanûnên Tirkiyeyê ye û ev tişt got: "Tirkiye li gorî qanûnên xwe jî tevnagere. Eger bixwaze bi rehetî dikare vê meseleyê çareser bike, lê belê nake. Tecrîdkirina rêzdar Ocalan konseptek e Çawa polîtîkayên wan ên li Rojhilata Navîn rûxiyan, wê ev siyaseta wan jî birûxe. AKP-MHP dixwaze bi tecrîdê pêşî li felsefe, raman û fikrên rêzdar Ocalan bigire. Bi polîtîkaya tecrîdê dixwazin têkiliya rêzdar Ocalan bi civakê re qut bike û pêşî li ramanên azad bigire. Berxwedan û têkoşîna ji bo şikandina tecrîdê tê dayîn ji bo aramî, aştî û demokrasiya Tirkiyeyê ye. Ne dem dema Osmaniyan e, ne jî merc mercên berê ne. Li hemberî destketiyên gelê Kurd bi awayekî topyekûn êrîş hene. Wê ev êrîşên topyekûn, bi berxwedaneke topyekûn bên şikandin."

'MODELA OCALAN BIKEVE DEWRÊ WÊ DAWÎ LI RIJANDINA XWÎNÊ BÊ'

Tûran got, Ocalan modeleke jiyaneke azad û demokratîk danî ber Rojhilata Navîn û got: "Tirkiye ji vê modelê gelekî dûr e û Rohilata Navîn jî vegeriyaye gola xwînê. Bi destê hêzên emperyal mirov xwîna hev dirijîne. Li Rojhilata Navîn kaosê rû daye. Eger ev modela rêzdar Ocalan bikeve dewrê wê dawî li vê dema bixwîn bê û li Rojhilata Navîn gelên Kurd, Ereb, Suryanî, Asûrî  û gelên din hemû di nava aştiyê de bijîn. Hişmendiya ku tecrîdê ferz dike, dixwaze gelên Rojhilata Navîn ji vê modelê vegire. Lewma bi karê dagirkeriyê radibe. Mînak, dagirkirina Efrînê. Niha jî hewl didin herêmên din ên azad dagir bikin. Ji bo vê jî tecrîd li ser fikir û ramanên azad e."

'DIVÊ EV QÎRÎN BÊ BIHÎSTIN'

Tûran bal kişand ser çalakiyên grevên birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîdê tên kirin û wiha got: "Çalakiya ku bi Leyla Guvenê dest pê kir her diçe berbelav dibe. Çalakiyên greva birçîbûnê, ji bo rawestandina vê pêvajoya xerab qîrîna wan kesan e ku ji bilî bedena wan tiştek di destê wan de nîne. Ev qîrîna li girtîgehan û li derveyî welat, divê di nava raya giştî de jî bê bihîstin."