'Ji bo bidawî bibe bila hikumet bêje; tecrîd bi dawî bûye'

Wekîlên HDP'ê yên bi mehan e di greva birçîbûnê de ne diyar kirin, ku ji bo grevên birçîbûnê bi dawî bibin divê hikumet eşkere bike ku dawî li tecrîdê hatiye.

Leyla Guven, Dersim Dag, Mûrat Sarisaç û Tayîp Temel daxuyaniyeke nivîskî weşandin û gotin, "Ji bo grevên birçîbûnê bi dawî bibin, bila hikumet eşkere bike ku tecrîd bi dawî bûye."

Daxuyaniya wekîlan wiha ye: "Piştî 8 salan Birêz Ocalan karîbû parêzerên xwe bibîne. Ev hevdîtin gelekî girîng û dîrokî ye. Lê belê pirseke wiha anî bîra mirovan, 'Gelo em li welatekî çawa ne, ku ji ber pêkhatina hevdîtina parêzeran a bê hiqûqî tê astengkirin kêfxweş dibin?' Belê kêfxweşiya me kêfxweşiyeke dilşikestî ye. Ji ber ku bi mehan e beden dihelin ku hevdîtin pêk were. Ji bo ev hevdîtin pêk were 8 mirovên ciwan canê xwe feda kirin. Ji bo ev hevdîtin pêk were dayikên me her roj tên kaşkirin. Ji bo ev hevdîtin pêk were li hezaran malî 6 meh in xwarin çênabe. Ji bo dewlet li gorî qanûnên xwe tevbigere, ji bo qanûn bi rengekî wekhev ji bo her kesî be!

Birêz Ocalan di peyama xwe ya dawî de got, 'Di vê pêvajoya dîrokî de pêwîstî bi lihevkirineke kûr a civakî heye. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan, pêwîstiyeke xurt bi rêbazeke danûstandinên demokratîk heye, ya dûrî çanda dijberbûn û şer. Em dikarin pirsgirêkên Tirkiyeyê û yên herêmê, ne bi şer û amûrên şîdeta fîzîkî, lê bi hêza nerm, yanî bi hêza aqil, polîtîk û çandî çareser bikin'.

Ji bo peyamên wiha girîng bigihêjin raya giştî em têkoşiyan. Eşkere ye, dema ku tecrîd bi temamî ji holê rabû wê Birêz Ocalan ji bo demokratîkbûna welêt û herêmê, ji bo aştiyê fêdeyeke girîng bike.

Li ser bidawîkirina kiryarên li Îmraliyê hîn jî garantiyeke biçûk nehatiye dayin. Di rewşeke wiha de em bi fikar in ku pêkhatina vê hevdîtina bi Birêz Ocalan re tenê ji bo sivikkirina destê hikumetê ye ji bo demekê. Lewma berxwedana me bi biryardarî didome.

Karê herî girîng ê niha ji desthilatdariyê tê xwestin ew e, ji civakê re eşkere bike ku tecrîd bi temamî ji holê rabûye. Daxuyaniyeke bi vî rengî wê fêdeyeke mezin li demokrasiya Tirkiyeyê bike, di heman demê de wê bibe gavek ji bo bidawîbûna grevên birçîbûnê."