‘Ji bo azadiya Rêbertiya xwe em ji her tiştî re amade ne’

Gelê Binarê Qendîlê bi armanca şermezarkirina komploya 9’ê Cotmehê bi meşeke girseyî hêzên komploger lenet kirin.

Di meşa gelek kes tevlî bûn de zêdebûna jin û zarokan bal kişand, di posterên Ocalan û bilindkirina pankartên ku komployê şermezar dikin meş hate destpêkirin.

Meşa ku ji pêşiya Şaredariya Binarê Qendîlê destpê kir li gundê Zergelê yê ku sala 2015’an ji aliyê balafirên şer ên artêşa Tirk ve hate bombekirin û di encamê de 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dabû bi daxuyaniyekê dewam kir.

Daxuyanî ji aliyê Tevgera Azadî ya Binarê Qendîlê ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Em dikevin 19’emîn salvegera koployê de. Em hêzên komploger ên destê wan di pêkanîn komploya 9’ê Cotmehê de ne şermezar dikin. Ji sala 2011’an û vir ve parêzerên Rêbertiya me nikarin hevdîtinê pêk bînin, herî dawî ev 2 salin bi ti awayî em nikarin agahî ji Rêbertiya xwe bigirin, bi tecrîda di kesayeta Rêbertiya me de dixwazin vîna gelê Kurd tesîm bigirin. Ji ber ku ji raman û felsefeya Rêbertiya me ditirsin van pêkanînan didin kirin. Ev tecrîd ne ji bo bihêzbûna dijmin dide nîşandan berovajî lewazî û şikestina wê dide nîşandan. Divê gelê me ji her demê bêhtir xwedî li Rêbertiya xwe derbikeve û azadiya wî qîr bike. Pêvajoya me têde, pêvajoya pêkanîna projeya Rêbertiya me ye, di heman demê pêvajoyeke ya gefane jî. Ji bo vê; ji bo serxistina armancên Rêbertiya xwe û hemû gef û komployên li ser Kurdistanê vala derbixin, divê hemû rêxistinên Kurdan û saziyên wê li ser bingeha xebatên yekîtiya netewî berpirsyartiyên xwe pêk bînin. Li ser bî bingehî em bang dikin ku ji her demê bêhtir xwedî li Rêbertiya xwe derbikevin, ji ber ku mîmarê yekîtiya netewî Rêber Apo ye.”

Piştî daxûyaniya Tevgera Azadî, li ser navê Ciwanên Qendîl û Jinên Ciwan daxuyaniyek hate dayîn. Di daxuyaniyê de banga yekîtiya netewî hate kirin.

Têkildarî Komploya 9’ê Cotmehê ji ciwanên Binarê Qendîl Armanc Resû jî wiha axivî: “Îro ji bo hemû gelê Kurd rojekî reş e. Rêbertiya me bi komployekî navnetewî dîl hate girtin. Xwestin nêrîn û felsefeya Rêbertiya me dîl bigrin, lê belê nêrîn û felsefeya Rêbertiya me îro çar parçeyên Kurdistanê ye. Bi felsefeya wî ve tê birêvebirin. Pêwîste hemû gelê Kurd ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo û daxwaza azadiya Rêbertî derbikevin qadan.”

Piştî daxuyaniyan Mam Arîf Enzeyî yê Bînarê Qendîl diyar kir ku wê bi yekîtiya neteweyî Rêbertî azad bibe û wiha got: “Çawe hemû Kurd di cenazeyê Mam Celal de hatin gel hev, pêwîste îro jî werin gel hev û ji bo azadiya Rêbertiyê bibin yek deng.”

Çalakiya protestoyê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.