Ji bo azad bistrê berê xwe da Başûrê Kurdistanê

Hunermendê kolanan Kemal Abdullah ê bi salan e bi kemana xwe li kolanên Tehranê stran pêşkêşî gel dikir, ji ber astengî û sînorên ji bo muzîkê, berê xwe da Başûrê Kurdistanê niha li kolanan Başûrê Kurdistanê muzîka xwe dike.

Kemal Abdullah ji bajarê Bokan ê Rojhilatê Kurdistanê ye. Niha li bajarê Silêmanî bi kemana xwe ve li kolanan stranên nûjen û kevin pêşkêşî xelkê dike. Kêm jî be debara jiyana Kemal li ser vî karî ye û diyar dike, kêfxweşiya xelkê guh li wî digire li ser her tiştî re ye. Kemal hê ji temenê xwe yê biçûk ve li navendeke hunerê fêrî karê hunerî bûye. Piştre li Zanîngehê beşa Îngilîzî diqedîne. Diçe Tehranê bi çend hevalên xwe re karê mûzîkê kirin.

LI KOLANÊN TEHRANÊ DEST BI KARÊ HUNERA KOLANAN KIR

Kemal Abdullah dema li Tehranê dibîne ku gelek hunermend û muzîkjen li  kolanê karê hunerê dikin, ev yek bala wî dikişîne û ew jî li kolanên Tehranê dixwaze hunera xwe nîşanî xelkê herêmê bike. Abdullah bi qasî 6-7 salan bi vî rengî li kolanan car li ser daxwaz û car jî çi ji dilê wî hat pêşkêş kir.

‘BI MUZÎKÊ XEMÊN DILÊ XWE DIREVÎNIN’

Kemal Abdullah ev nêzî 2 sal in li kolanên Silêmaniyê bajarê huner û rewşenbîriyê li ber Dergayê Sera bi kemana xwe dilê xelkê xweş dike. Kemal ji eleqeya welatiyan pir kêfxweş e û xelk jî eleqeyek baş nîşanî wî didin. Kemal Abdullah got: “Her kesek bi şêwazeke bi muzîkê xemên dilê xwe direvîne.” Kemal Abdullah destnîşan kir ku ew ê li ser vî karî berdewam bike, her kesê ku tê daxwaziyek ji bo wî dike û ji bo wî distire ji bo wî her tişt e.

JI BO AZAD BISTIRE BÊRÊ XWE DA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Kemal Abdullah diyar kir ku ji ber hinek astengiyan ji Tehranê berê xwe daye Başûrê Kurdistanê û got: “Me nedikarî bi azadî li kolanê mûzîkê bistirîn. Ji ber desthilatek ayînî bû hindek astengî û alozî hebûn. Min xwest li vir jî ezmûnek bikim bê ka helwestên herêmê çawa be. Min dît vir baş e, aram e.”

Kemal Abdullah diyar kir ku demeke debara jiyana wî li ser vî karî ye, bi vê yekê xwe xwedî dike.