'Ji bo aştiyê divê tecrîda li ser Ocalan demildest bê rakirin'

Serokê Şaxê ÎHD'ê yê Amedê Abdullah Zeytûn diyar kir ku ramanên Ocalan ramanên aştiyê ye û got, "Ji bo qedandina şer û pêkhatina aştiyê, divê tecrîda li ser Ocalan demildest bê rakirin."

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 15'ê Sibata 1999'an û vir ve di hucreya yek kesî de tê hiştin. Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve nikare parêzerên xwe bibîne. Herî dawî 1'ê Îlona 2016'an birayê wî Mehmet Ocalan pê re rûniştibû. Nêzî 2 sal in agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin.

Têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Serokê Şaxê ÎHD'ê yê Amedê Abdullah Zeytûn ji ANF’ê re axivî.

'TECRÎD DER HIQÛQÎ YE'

Zetyûn da zanîn ku tecrîda li ser Ocalan li dijî hiqûq û qanûnan e û got: "Ji 11'ê Îlona 2016'an  heta niha malbat bi ti awayî agahiyê ji Birêz Ocalan nagire. Herî dawî birayê Birêz Ocalan, Mehmet Ocalan di 11'ê Îlona 2016'an de çû li Îmraliyê hevdîtin kir û ji wê demê heta niha bi ti awayî agahî ji Ocalan nayê stendin. Dîsan hemû serlêdanên parêzer û heyetên ji derve têne astengkirin. Ev astengî û tecrîda li ser Ocalan der qanûnî ye û cihê wê di hiqûqê de tine ye. Birêz Ocalan girtiyekî siyasî yan jî yekî ji rêzê nîne. Birêz Ocalan nûnerê aştî û wekheviya welat e."

'RAMANÊN AŞTIYÊ'

Zeytûn anî ziman ku ramanên Ocalan ramanên aştiya vê xakê ye û wiha pê de çû: "Zêdetirî du salan bi pêşengiya Birêz Ocalan li vî welatî ramanên aştiyê ketin dewrê. Piştî demeke dirêj Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) rapora xwe amade kir û ji raya giştî re eşkere kir. CPT û saziyên din ên welatên Ewropayê bi erk û berpirsyariya xwe ranebûn. Ev nêzîkatiya CPT jî der qanûnî ye û divê CPT wezîfeya xwe bi cih bîne."