Ji bo Anter Dersim li Mexmûrê konê sersaxiyê hate danîn

Şoreşgerê Kurd Anter Dersim li Wargeha Penaberan a Mexmûrê hate bîranîn.

Şoreşgerê Kurd Anter Dersim (Kazim Ergun) ku li Rojava di encama krîza dil de şehîd bû, bi merasîmeke girseyî li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) hat bibîranîn û konê sersaxiyê hat danîn.

Merasîm li Saziya Malbatên Şehîdan ya Mexmûrê bi tevlîbûna bi sedan jin, ciwan, pîr û kalan bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan, Hevberdevka Komîteya Malbatên Şehîdan Sûltan Yildiztan axivî.

Sûltan Yildiztan di destpêka axaftina xwe de Şehîd Anter Dersim bibîranî û sersaxî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîlayên serê çiya û tevahî gelê Kurd re xwest û got; "Em wek gelê Mexmûrê her roj qehremanên mîna Şehîd Anter oxir dikin. Em bi saya xwîna şehîdan hatine vê astê û em minetdarê şehîdanin. Heval Anter di salên 1990’an de tevlî şoreşê bûye û zilma dewleta Tirk ji nêz ve dîtiye. Em wek gelê Mexmûrê ti caran Şehîd Anter ji bîr nakin û emê heta dawî li pey doz û xeyalên wan bimeşin. Em li ser biryara heval Anter kar û xebatên xwe didin meşandin. Şehîd Anter li her qadê, têkoşîna xwe daye berdewam kirin û fermandarê gelê Kurd bû. Em jî şopdarên şehîdanin û emê heta dawî li dijî dagirker û qirkeran mîna Şehîd Anter berxwebidin. Serê gelê Kurd, serê malbata wî û zarokên wî saxbe. Em soza pêkanîna xeyalên şehîdan dûbare dikin û emê heta dawî li pey doza ku wan ji me re afirandî bimeşin.”

Piştre merasîma bîranînê bi diruşmeyên ‘Şehîd namirin’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Bijî berxwedana gerîla’ bi dawî bû.

Li Saziya Malbatên Şehîdan ji bo Şoreşgerê Kurd Anter Dersîm konê sersaxiyê hate danîn û gel serdana konê sersaxiyê dikin.