Ji bo Şehîd Til Izêr konê sersaxiyê hat vedan: Xwedî li gerîla derbikevin

Ji bo Gerîlayê HPG’ê Şehîd Agir Til Izêr ê ku li Zapê şehîd bibû, konê sersaxiyê hate vedan. Di axaftinên konê sersaxiyê de banga xwedîderketina berxwedana gerîla hate kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê 12’ê Kanûnê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku gerîlayê bi navê Agir Til Izêr ku xelkê Şengalê ye, di encama êrişên artêşa Tirk a dagirker de li qada berxwedanê ya Werxelê di 11’ê Hezîranê de şehîd bûye.

Duh li Xanesorê ji bo gerîlayê HPG’ê Xaild Qasim ( Agir Tilezêr) li mala malbata wî konê sersaxiyê hate danîn. Konê sersaxiyê wê sê rojan dewam bike.

Bi sedan kesên ji hemû gund û heremên Şengal û Başûrê Kurdistanê serdana konê sersaxiyê kirin.

Her wiha malbat, serokeşîr û rûspiyên eşîra Şehîd Agir dan diyar kirin ku piştî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an ku PDK’ê dest ji Şengalê berda û got “Gerîla bi hawara me ve hat, em ji qirkirinê rizgar kirin. Niha jî divê em xwedî li gerîla derkevin.”

Her wiha li ser navê malbatê Şemo Xwedêda axivî û got:”Berxwedaniya ku hevalê Agir li çiyayên azad da meşandin serê me di nava gelê me de bilind kir. Em ji vir heya çiyayên azad berxwedana gerîla silav dikin û didin diyarkirin ku em amade ne tevî gerîla li hemberî dewleta Tirk şer bikin.”