Ji ber zexta dewleta Tirk neçar ma dest ji koçeriyê berde

Xezal Dûran berê koçer bû û zêdeyî 1000 heywanên xwe hebûn. Lê niha tenê 50 mane. Dûran dibêje, "Zozanên me her sal bêhtir li me qedexe kirin. Qîma xwe bi wê jî neanîn û bi gotina, 'Hûn alîkariyê didin PKK'ê' êşkence li me kirin."

Li Kurdistanê, ji ber ku dewlet Tirk zozan li mirovan qedexe kir, bi sedan malbat neçar man dest ji koçeriyê berdin. Yek ji wan malbatan jî malbata Xezal Dûran (60) e. Dûran bi hesreta dema koçeriyê ye. Wê wextê zêdeyî 1000 heywanên wê hebû. Dibêje ku niha tenê 50 heywan wê mane, du jê çêlek in. Dûran a 60 salî, 40 salên xwe li zozanan derbas kir û 5 ji 8 zarokên xwe li zozanan anî dinyayê.

Dûran qala wexta koçeriyê dike: "Bi destpêka biharê re me xwe kar dikir. Zarok, mezin, extiyar her kesî xwe amade dikir û em bi rê diket. Di çaxê zozanan de em bi sedan kîlometreyî dimeşiyan. Ji xwe gava ku me dest pê dikir, di nava wî karê zêde de em pê nedihesiyan bê dem û rê çawa diqedin. Me li cihên herî bedew ên zozanên Colemêrgê konên xwe vedidan."

'4-5 MALBAT ME KARÊ XWE BI HEV RE DIKIR'

Dûran diyar kir ku li zozanan ew 4-5 malbat li hev diciviyan, ji xwedîkirina heywanan heta karên din wan her tişt parve dikirin û rojê 100 kîlo şîr didoşa, 50 kîlo penêr jî çêdikir. Dûran anî ziman ku wan ê têra xwe dikir hiltanî û yên mayî jî difirot. Dûran got, "Em li vê derê ji vî penêrî re dibêjin sîrik. Navê vî penêrî ji sîrik-pincarê ku em dixin navê tê. Pincarê herî teze em li vir kom dikin û dixin navê. Tehma wî penêrî qet ji bîra min naçe."

'LI ZOZANAN NEXWEŞÎ NÎNE'

Dûran diyar kir ku berê ne ew ne jî heywanên wan nexweş nediketin û wiha dewam kir: "Li zozanan hewa paqij û pincarên mîna dermên hebûn. Me fêkiyên hişkirî bi şîr dixwar. Em bi zekemê jî nediketin. Lê belê bi demê re zozan hatin qedexekirin, em jî ji neçarî li deştê bi cih bûn. Havînê ji bilî gihayê hişk tiştek li vir nîne. Ji ber germê heywanên me nikarin ji ber siyê rabin. Ji xwe dema ku mirov nikaribin wan bibin zozanan, zehmet e ku mirov ewqas heywanî xwedî bikin. Me hêdî hêdî dest bi firotina wan kirin."

'HÛN ALÎKARIYÊ DIDIN PKK'YIYAN'

Dûran destnîşan kir ku qedexeyên li ser zozanan sal bi sal zêde bûn û leşkerên Tirk bi îdîaya 'Hûn alîkariyê didin PKK'yiyan, hûn wan xwedî dikin' ew sûcdar dikirin û êşkence li mêrên malbatê dikirin. Dûran da zanîn, dema ku ew li deştê bi cih bûn, ji bo çêrandinê jî êdî şivanek ji bo heywanên xwe nedîtin û got, "Min çend ji zarokên xwe li zozanan anî dinyayê. Lê belê ji ber ku min nekarî li wir mezin bikim, derfet nebû ku pîşeyê xwe hînî wan bikim. Ew nikarin heywanên heyî jî xwedî bikin."

HESRETA LI ÇAXÊ BERÊ

Hevserê Xezal Dûran, Beşîr Dûran (70) jî anî ziman ku jiyanek bêyî heywanan nabe û heywanên wan ên heyî ne ji bo qezencê, lê ji bo hesreta ji çaxên berê, xwedî dikin. Beşîr Dûran diyar kir ku li şûna şîr, mast û penêr ji marketan bikirin, ew ji heywanên xwe didoşin û dikin mast û penêr. Beşîr Dûran got, "Em didin cîranên xwe jî. Hinek pere dide, hinekî dûa dike. Ev têra me dike."