Ji ber teqîna mayinê kolberek birîndar bû

Duh li herêma sînorî ya Newsûdê kolberek ji ber teqîna mayinê bi giranî birîndar bû.

Hat ragihandin ku duh kolberek bi navê Yasir Sehrayî xelkê Ciwanro yê Rojhilatê Kurdistanê di dema li ser Sînorê Şûşme ya Newsûdê kolberî dikir, pê li mayinekê kiriye. Di encama teqîna mayinê de Sehrayî ji lingê xwe ve bi giranî birîndar bûye.

Şêniyên herêmê ji bo dermankirinê Sehrayî yê birîndar rakirin nexweşxanê.

Hêjayê bibîrxistinê ye ku dewleta Îranê ragihandibûn ku wan herêmên mayinkirî yên herêma Kirmaşanê ku ji dema şerê di navbera Îran û Iraqê de mabûn paqij kirine û pîrozbahiya wê jî kiribû.