Ji ber êrîşa balafirên şer ên Tirk li Efrînê zarokek birîndar bû

Dewleta Tirk ku li Efrînê sûcê şer dike, îro jî bi balafirên şer bombe li sivîlên li Efrînê barand. Ji ber bomberdûmana îro zarokekî din birîndar bû.

Hêzên dagirker danê vê sibehê bi balafirên şer bombe li taxa Eşrefiyê ya li navenda Efrînê barandin.

Ji ber bomberdûmanê zarokê 14 salî Îzzet Hisên bi giranî birîndar bû. Zarokê birîndar li servîsa lezgîn a nexweşxaneyê ye û tê gotin ku rewşa wî ya tenduristiyê giran e.

Ji 20'ê Çileyê ve artêşa Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe bi zanebûn êrîşî sivîlan û çavkaniyên jiyanê yên li Efrînê dike. Ji ber van êrîşan bi sedan sivîl şehîd bûn.

Li gorî bîlançoya Meclîsa Tenduristiyê ya Efrînê ku 4'ê Adarê eşkere kir, herî kêm 212 sivîl ji ber êrîşên dagirkerên Tirk jiyana xwe ji dest dan. 28 ji van şehîdan zarok in, 25 jî jin. Bîlanço roj bi roj giran dibe.