Ji ber bomberdûmanê li Dersimê gundek hate valakirin

Li gel domandina êrîşên qirker ên dewleta Tirk a dagirker, bejahiya Gundê Hanê ya navçeya Qislê ya Dersimê hate valakirin.

Di çarçoveya operasyona leşkerî de bejahiya Gundê Hanê yê girêdayî navçeya Qislê ya Dersimê ye tê bombebarankirin. Ji ber bombebaranê gundî pêşî neçar man malê xwe biterikînin, niha jî nikarin vegerin.

Bombebarana hewayî duh berêvarkî destpê kir û navenda gund û derdora wê bi helîkopterên Kobrayî tên gulebarankirin. Ji ber bombe li nêzî navenda gund dikevin, gundî neçar man ku xwe li Pira Sor a girêdayî navçeya Pilemûriyeyê ye bihêwirînin. Gundiyan şeva xwe li vir derbas kir û paşê hewldan vegerin gundê xwe, lê belê leşkeran ew asteng kirin. Gundiyê bi navê Mûstafa Ûçan li ser astengiya ku bi hinceta "Ewlehiyê" tê kirin jî hewl da biçe gundê xwe, lê belê leşkeran ew binçavkir û birin navenda Dersimê.
15 gundiyên hatin navenda bajêr, ji bo alîkariyê serî li Baroya Dersimê dan.

QIRKIRINA SIYASÎ JÎ DEWAM DIKE

Di serdegirtinên danê sibehê de ya li ser navenda Dersim, navçeyên Xozat û Çemîzgezerek, Keyeyê Gundê Kavuktepe Hidir Guneş, Devrîm Korkmaz, Erkan Çelîk, Dzgun Aydin û 8 kesên navê wan nehatin zanîn jî hatin binçavkirin.

Devrîm Korkmaz ê ji kesên hatibû binçavkirin piştî îfadeya li edliyeyê û şûnde bi şertê kontrola edlî hate berdan.