Ji afirînerên destana Avaşînê: Avaşîn Delîla

Avaşîn Delîla du salan bi sebreke mezin xwe ji bo jiyana li çiyayên Kurdistanê amade kir. Niha jî li destana Avaşînê bi rengekî têgihiştî têdikoşe.

Ne kar û biryareke hêsan e ku jinek, ciwanek ji nişka ve bêje 'Ez ê derkevim serê çiyê'. Hinek jê wê hevser, hinek jê karê xwe, hinek jî perwerde û zarokên xwe li pey xwe bihêlin.

Niha jî pêl bi pêl ber bi çiyayên Kurdistanê ve diherikin. Avaşîn yek ji qadên bihuştî yên Kurdistanê ye. Niha li Avaşînê gerîlayên HPG û YJA Starê destanê diafirînin. Yek ji afirînerên vê detanê jî Avaşîn Delîla ye ku di heman demê de karê tenduristiyê jî dike. Jineke Kurd e ku li dîasporayê mezin bûye.

Gerîla Avaşîn Delîla di sala 2013'an de biryar wergirt ku tevlî nava refên YJA Starê bibe û dema ku ev biryara xwe ji malbata xwe re got, malbat li dij derket. Delîla ji bo piştgirî û pejirandina malbatê biryara xwe ya tevlîbûna nava refên gerîla ji bo demekê taloq kir. Delîla got, "Ji ber daxwaza malbata xwe ez tevlî siyaseta demokratîk bûm. Lê belê êrîşa ku di Hezîrana 2015'an de li dijî mîtînga HDP'ê ya li Amedê hate kirin ji bo min bû asta dawî. Ez tevlî bûm."

Delîla tevî ku perwerdeya tenduristiyê dît û dikarîbû li qada siyaseta demokratîk bixebite, ji bilî çiya devereke din nedît ku bêhn bê ber wê. Di nava du salan de xwe bi sebreke mezin ji jiyana li çiyayên Kurdistanê re amade kir. Niha jî li destana Avaşînê bi rengekî têgihiştî têdikoşe.