Jendermeyan nehiştin kon bê vedan, sersaxî li malê tê qebûlkirin

Malbata gerîlayê HPG'ê Muslum Gunduzalp ji ber ku hêzên dewleta Tirk nehiştin ku konê sersaxiyê vedin, li malê pêşwaziyê li serdanên sersaxiyê dike.

Gerîlayê HPG'ê Muslum Gunduzalp di 8'ê Îlonê de li herêma Omeryan a Mêrdînê di şer de şehîd bûbû. Malbata Gunduzalp a li Rihayê, li taxa Tirkak a navçeya Pirsûsê ya Rihayê sersaxî danî û serdan pêşwazî kir.

Cenazeyê Gunduzalp li goristana bêkesan hate veşartin û bi hinceta ku testa DNA'yê diyar nebûye radestî malbatê nehate kirin.

Malbatê xwest li ber mala xwe konê sersaxiyê vede, lê belê jendermeyan nehiştin. Li ser vê yekê malbatê li mala xwe serdanên sersaxiyê qebûl kir.