Irmak bi rêya SEGBÎS’ê wê bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike

Parlementera berê ya HDP’ê Selma Irmak a ku dîl e, rûniştina wê hate taloqkirin. Biryar hate dayîn ku bêyî ku qeyd were girtin bila Irmak bi rêya SEGBÎS’ê bi parêzerên xwe hevdîtinê bike.

Parlementera berê ya HDP’ê Selma Irmak a ku li Girtîgeha Tîpa F ya Kocaeliyê di greva birçîbûnê de ye, rûniştina doza wê hate kirin.

Karmendê odeya SEGBÎS’ê diyar kir ku Irmak ji ber ku di greva birçîbûnê de ye, daxwazname daye wan ku ew ê nikaribe tevlî rûniştinê bibe. Dadger jî diyar kir ku ew parêzname negihiştiye wan û divê teqez ew daxwazname ji wan re were şandin.

PARÊZERAN MAFÊ AXAFTINÊ WERGIRTIN

Erkan Urkut ê ku parêzerê Selma Irmak e diyar kir ku piştî ew rû bi rû bi muwekîla xwe re bicive wê parastinê bikin.

Parêzer Reyhan Yalçindag Baydemîr jî parastinên bi rêya SEGBÎS’ê mafê parastinê asteng dike.

Yalçindag biryar da ku muwekîla wê Selma Irmak 75 roj in di greva birçîbûnê de ye, divê dîroka rûniştinê jî li gorî vêya were dayîn.

BIRYARA HEVDÎTINA BI SEGBÎSÊ

Dadgerê dadgehê diyar kir ku, berê jî parêzer bi rêya SEGBÎS’ê karibûne bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin û ev hevdîtin wê neyê qeydkirin.

Parêzeran jî ev pêşniyaz qebûl kirin û rûniştin hate taloqkirin.