Komek ji hunermendên herêma Behdînanê li navçeya Akrê li dijî hewildanên derxistina şerê navxweyî û dagirkeriya dewleta Tirk peyamek pêşkêşî Hikûmeta Herêmê, parlamento û aliyên Kurdistanî kirin.
Peyam ji aliyê Kerîmxan Surçi ve hate xwendin. Di peyamê de hate diyarkirin ku dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê gihiştiye asteke metirsîdar. Hate gotin êrişên dewleta Tirk bûne sedemê wêranbûna gundan û kuştina welatiyên sivîl.
Di dewamê de hate destnîşankirin ku hêzên pêşmerge, gerîla û şervan hêzên Kurdî ne û ji bo Kurdistanê têdikoşin.
Di dawiyê de jî ev bang hate kirin; "Em daxwaz ji serkirdayetiya PDK’ê û PKK’ê dikin rewşa Kurdistanê li berçav bigrin. Êdî gelê Kurd nikare xwe li ber qeyran û malwêraniya şerê Kurdkujiyê bigre. Divê hemû Kurd destê hev bigrin ji bo Kurdistanek azad."