Hunermendên Başûrî: Nebin amûrên pîlanên dagirkeran

Hunermendên Başûrê Kurdistanê dest bi kampanyayeke ya bi sernavê ‘Di şerê navxweyî de ti kes bisernakeve’ kirin. Hunermendan bal kişand ser êrîşên li Zînî Wertê û bang kir bila partiyên siyasî nebin amûrên pîlanên dagirkeran.

Hunermendan di daxuyaniya çapemeniyê de diyar kirin ew li ser navê 125 hunermendan kapanya bi sernava ‘Di şerê navxweyî de ti kes bisernakeve’ radigihînin.

Li ser navê hunermendan Şivan Qeredaxî daxuyanî xwend.

Daxuyaniya hunermendan wihaye;

“Wek tê zanîn demeke di nava aliyên Kurdî de alozî û nakokî derketine û her ku diçe jî zêdetir dibin. Em dizanîn ger berjewendiyên hizbî di vê aloziyê de hebin, bi mîsogerî ev destwerdanek ya hêzên dagirkere. Di pişt vê rewşa aloz de pilanên tirsnak ên dagirkeran hene û nexşeya wê jî li ser siyaseta şerê navxwe ye.

Dagirkerên Kurdistanê di serî de rejima Tirk û Îran dixwazin ji nûve enfal û komkujiyan li ser gelê Kurd, çand û hunera Kurdî pêkbînin. Ger demildest pêşî li vê yekê neyê girtin wê gelê Kurd bi komkujiyan re rû bi rû bimîne.

Em hunermendên Başûr bang li aliyên Kurdistanî dikin pêwîste xwe ji aloziyên li deverê dûr bigrin. Bila aliyên Kurdî nebin amûrek ji bo bicihanîna pîlanên dagirkeran. Rêya çareseriyê jî tenê yekgirtina netewî ya aliyên siyasiye. Berjewendiyên gelan li berçav bigrin, rêz li xwîna şehîdan bigrin, bi exlaq û aqil biryarê bidin.”