Hunermendên Başûrê Kurdistanê dagirkeriya Tirk şermezar kirin

Komek hunermend û şaîrên Başûrê Kurdisanê di saetên danê êvarî de li Skoy Parka Azadî ya Silêmanî a Başûrê Kurdistanê kom bûn û êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Komek hunermend û şaîrên Başûrê Kurdisanê yên di saetên danê êvarî de li Skoy Parka Azadî ya Silêmanî a Başûrê Kurdistanê kom bûn, bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û li dijî bêdengiya hikûmetê ya li ber êrîşan jî helwesta xwe nîşan dan.

‘ARMANC DAGIRKIRINA XAKA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ YE’

Li ser navê hunermend û şaîran Serdar Qadirî Şaîr daxuyanî xwend. Qadirî Şaîr diyar kir ku her diçe êrîşên dewleta Tirk a li ser gelê Kurd dijwar dibe û got: “Em dikarin bêjin dagirker vê carê bi qonaxekî nû dest bi dagirkeriyê kiriye. Dewleta Tirk bi gelek rêbazên cuda êrîşî ser xaka Başûrê Kurdistanê dike. Lê vê carê bi êrîşên dike, dixwaze beşek mezin a xaka Başûrê Kurdistan dagir bike.”

‘WELATIYÊN SIVÎL DIBIN QURBANIYÊN BERJEWENDIYÊN HÎZBÎ Û ALIYÊN SIYASÎ’

Qadirî Şaîr bal kişand ku hem Iraq û hem jî Hikûmeta Kurdisanê di qonaxekî pir bi pirsgirêk de derbas dibin û wiha anî ziman: “Dagirkerên Kurdistan û bi taybet jî dewleta Tirk sûdê ji nakokiyên siyasî û nakokiyên partî û hîzbî yên li Başûrê Kurdistanê digirin û xak û serweriya Başûrê Kurdistanê derbas dikin. Gelê me dibin qurbaniyên berjewendiyên siyasî û aborî yên navxweyî yên hîz û aliyên siyasî. Dewleta Tirk rojane bi sedan kêlometre xaka Kurdistanê derbas dike û welatiyan dikin qûrbanî.”