'Hûn nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin'

Têkildarî rojnamevanên ku hîn jî îfadeya wan têne girtin, hempîşeyên wan li ber edliyeyê li hev civiyan û gotin, "Dixwazin rastiyan veşêrin. Hûn nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin."

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamevanên Jin a Mezoptamyayê têkildarî 20 rojnamevanên beriya 8 rojan li Amedê hatin destgîrkirin û li dozgeriyê îfadyê didin, daxuyaniyek dan çapemeniyê. Hempîşeyên rojnamevanên dîlgirtî, malbatên wan û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî di dema daxuyaniyê de amade bûn.

Di dema çalakiyê de pankarta "Hûn nikarin bêdeng bikin" hate hildan û Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Xwebûn Kadrî Esen û Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftuoglû axivîn. Qisekeran diyar kirin ku çapameniya azad mîna doh îro jî wê serî netewîne û xwestin ku rojnamevanên dîlgirtî bêne berdan.

Kadrî Esen anî ziman ku armanca destgîrkirinê êrişa li ser zimanê Kurd e û got, "Ji me re dibêjin ku bûyerên diqewimin veşêrin. Em venaşêrin. Li Kurdistanê em ê bûyerên diqewimin rasterast bigihînin gel. Bi van operasyonan dixwazin çapemeniya Kurd bêdeng bikin."

'HÛN Ê NIKARIBIN ME BÊDENG BIKIN'

Hevseroka DFG'ê Muftuoglû got, "Ji ber ku hevalê me rojnamevantî dikirin û rastî digihandin gel, bûn hedef. Ji ber vê yekê jî avêtin ser mal û cihên wan ên kar."

Muftuoglû got, "Bi rêya van operasyonan dibêjin, 'Nabe ku hûn rastiyan bigihînin gel, em ê we krîmînalîze bikin û bikin hedef'. Bi bombardûmanê bi windakirinê, bi qetilkirinê we nekarî çapemeniya azad bêdeng bikin, îro jî nikarin bêdeng bikin."

Muftuoglû ji bo mezinkirina piştevaniyê bang kir.