HRE: 6 dagirkerên dewleta Tirk hatin kuştin

HRE'yê ragihand ku li herêmên Bab û Marê di çalakiyan de 6 dagirkerên dewleta Tirk hatine kuştin ku 3 ji wan leşker in. Hate ragihandin ku 7 dagirker jî birîndar bûne.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî çalakiyên hêzên xwe yên li herêmên Bab û Marê daxuyaniyek dan.

Li gorî daxuyaniyê, encamên çalakiyan wiha ne:

"11'ê Tebaxê li li herêma Marê di encama çalakiyekê de 3 çete hatin kuştin, 2 çete birîndar bûn. Her wiha seyareyek Jîp hat rûxandin.

12'ê Tebaxê li herêma Babê li hemberî baregeheke artêşa Tirk a dagirker çalakiyek hate lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 3 leşkerên dagirker hatin kuştin, 5 leşker jî birîndar bûn.

Di encama van çalakiyên 2 rojan de bi giştî 3 leşker û 3 çete hatin kuştin, 5 leşker û 2 çete jî birîndar bûn."