HPJ'ê şehadeta gerîla Rojînda Xwebûn ragihand

HPJ'ê bi daxuyaniyekê nasnameya gerîlayekê weşand ku di sala 2022'an de di êrîşeke hewayî de birîndar bû û li gel hemû hewldanan jî nekarî bê rizgarkirin û Adara 2023'an şehîd bû.

Hêzên Parastina Jinê yên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) nasnameya gerîlayekê ya ku şehîd bû bi raya giştî re parve kir.

Di daxuyaniya HPJ'ê de hate gotin, "Hevrêya me Rojînda Xwebûn dema ku li ser erka xwe bû di encama êrîşek hewayî de ya 22’yê Tebaxê 2022'an birîndar bû. Rûxmê hemû hewldanan di dîroka 28’ê Adarê 2023'an de gihaşt şehadetê. Di serî de em ji malbatê hevrêya xwe ya hêja re û ji tevahiya gelê Kurd û Kurdistanê re sersaxî dixwazin. Em didin diyarkirin ku wek hevreyên Şehîd Rojînda em ê her tim şopdarên wê bin û em ê meşaleya ku hevreya me bi têkoşîna xwe bilind kir ber bi serketinê ve bibin."

Li gorî daxuyaniyê agahiyên li ser nasnameya şehîd Rojînda Xwebûn bi vî rengî ne:

Nav û Paşnav: Gozel Kadirî
Nasnav: Rojînda Xwebûn
Cih û dîroka Beşdarbûnê: 2014/ URMIYE
Cih û dîroka Şehadetê: 28.03.2023/ ASOS

Têkildarî jiyan û têkoşîna Rojînda Xwebûn de di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Hevrêya me Rojînda di sala 1997'an li Ûrmiyeyê li nava malbateke welatparêz û dilsozê xaka xwe çavên xwe ji dinê re vekir. Heta ku tevlî refên gerîla bû di nêvengekî ku çand, exlaq û dîroka civakê Kurd zindîtiya xwe wenda nekiribû de ma û li ser van rastiyan mezin bû. Her wiha rastiya pergalê zilamsalarî ya ku li ser jiyana jinê û her cure mafên jin dagirkerî û qirkirinê dimeşîne ji nêz ve dît. Bi rengekî şênber dît ku jinên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê him ji ber nasnameyê xwe ya netewe hem jî ji ber nasnameya xwe ya jinê her kêlî bi komkujî re rû bi rû tên. Bi taybetî dema ku ferd, malbat an jî bi giştî gel bi îdeolojiyên dijî pergalê di çarçoveya rastiya civakê de xwe bi rêxistin bike, bi nasnameya xwe ya neteweyî welatpareziya xwe bijî her tim rû bi rûyê êrîşan tê. Dema ku ev îdeolojiya ku di çarçoveya wan rastiyan de rêxistinbûn pêş dixe dibe îdeolojiya Rêber Apo û tevgera azadiyê jî rewş hîn dijwartir dibe. Ji ber em pir baş dizanin ku pergalê desthilatdar-dagirker hemû polîtîkayên xwe yên şerê taybet li hemberî rêxistina me û gelên ku li derdorê vê rêxistinê kom dibin dimeşînin. Hevrêya me Rojînda hîn di temenekî ciwan de ev rastiyan bi hemû sotîneriya xwe hîs kir, fam kir û biryar da li hember pergala desthilatdar-dagirker şer bike. Ev biryara wê, berê wê da çiyayên azad û tevlî refên HPJ û YRK bû.

Hevrêya me Rojînda bi sekna xwe ya li nava jiyanê û bi wateya ku li jiyan bar kiribû her tim ji hevreyên xwe re bû pêşeng. Arezû û armanca wê ya sereke bi fikir û ramanên Rêber Apo jiyankirin û bi bîrdoziya rizgariya jin temsîliyeta şehîdan kirin bû. Ji bo vê jî jiyanê wê ya şoreşgerî ji tevlîbûnê heta roja şehîdbûnê bi têkoşînek dijwar derbas bû. Heval Rojînda di ferqê de bû ku ji bo Kurd xwedî hebûn û nasnameyek be şerekî mezin pêwîst dike, heman demî pir baş di ferqê de bû ku ji bo jin xwedî hebûn û nasnameyek be şerek hîn dijwartir pêwîst dike. Li ser bingeha van zanebûna li hember dijminê dagirkeriya Îran wek jin, wek pêşengeke xeta jin xwedî têkoşîn û şerekî mezin bû. Bi enerjî û wateya ku bi vê têkoşînê ava kir ew ê her tim dil û mejiyê hevreyên xwe ronî bike. Bi hezaran hevreyên Şehîd Rojînda amade ne ku wê bi jiyana xwe nemir bikin û bê rawestan li ser şopên wê bimeşin. Ji bo vî jî em di dawî de dîsa diyar dikin ku heta yek ji me li ser van çiyayên azad bimîne wê heval Rojînda her tim jiyan bike û rêya gelê xwe ronî bike."