HPG: Sîstema radarê hate îmhakirin, leşkerek hate kuştin

Gerîlayên YJA Starê li Heftanînê li kozik û stargehên artêşa Tirk a dagirker xistin. Di çalakiyê de ku ji 2 baskan ve pêk hat sîstemeke radarê hate îmhakirin û leşkerekî Tirk hate kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiya li Heftanînê û êrişa hewayî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de ku li herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike, hêzên me yên YJA Starê 11'ê Nîsanê saet di 10:20'an de li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Girê Partîzan çalakî kirin. Ji 2 baskan ve li kozik û stargehên dijmin hate xistin û di encamê de sîstema radarê ya li ser gir hate îmhakirin û leşkerekî dijmin hate kuştin.

9'ê Nîsanê balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li qada Bektorya ya herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehatiye."