HPG: Pêngava Şehîd Nalîn û Şehîd Bedran bi serkeftî bi encam bû

Fermandariya Qada Zagrosê ya HPG’ê  encma ‘Pêngava Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş’ ku 8’ê Hezîrana 2017’an dest pê kiribû û bi du qonaxan pêş ketibû ragihand. Fermandariyê ragihand ku pêngav serkeftî bi encam bûye.

Feramdnariya Qada Zagrosê ya HPG’ê ji hêzên qada Zagrosê û rêveberiya Eyaletê re bi bêtêlê aixvî. Hate diyarkirin ku Pêngava Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş bi serkeftî bi encam bûye û bi çalakiya 2’yê Mijdarê ya Şemzînanê ku di encamê de 21 leşker hatibû kuştin gihaştiye asteke bilind û 5’ê Mijdarê hatiye bidawîkirin. 2’yê Mijdarê di nav de qereqola Çemanê jî bi ser çar qereqolan de hêzên gerîlayan çalakiyek pêk anîbûn û di vê çalakiyê de 21 leşker hatibûn kuştin.

Fermandariya Qada Zagrosê ya HPG’ê çalakiya qereqola Çemanê weke, ‘’nîşaneya giyanê êrîşê ku pêngavê bi dest xistiye û ya serkeftinê’ pênase kir.

‘Pêngava Şehîd Bedran û Şehîd Nalîn Mûş 8’ê Hezîrana 2017’an bi rengê ku Çelê, Gever, Şemzînan, Esendereyê vehewîne nav xwe dest pê kiribû. Pêngava ku bi du qonaxan dest pê kiribû, ji dema destpêka pêngavê ve di navbera hêzên gerîla û artêşa Tirk de şerekî giran çêbû. Di çalakiyên gerîlayan de artêşa Tirk derbên giran xwarin.

Jêderkên HPG’ê diyar kirin li gel ku AKP-MHP’ê digotin ji Nîsana 2017’an ve wê kesek nikaribe navê PKK’ê Hilde jî, tenê çalakiyên li qadên Zagrosê jî diyar kirine ku gerîla wiha hêsan wê nikaribe were têkbirin û ev nîşanî hemû dinyayê hatiy kirin. Di daxuyaniyê de tê gotin artêşa Tirk a li pêş çalakiyên gerîla neçar mayî li gel hemû teknîka di dest de jî ji operasyonan ti encam wernegirtine.

Artêşa Tirk destpêka payizê, 27’ê Îlonê bi ser qada Adilbeg a Çelê û piştre jî 16’ê Cotmehê bi ser qadên Xeregol a Çelê de operasyon da destpêkirin. Artêşa Tirk destekeke zêde ya hêza hewayî bi kar anî, di du operasyonan de jî armanc kir ku Başûrê Kurdistanê dagir bike. Li dijî van hewldanên dagirkirinê ya bi sre qadên Zagrosê de hêzên gerîla di nav Pêngava Şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de  bi çalakiyên zêde û karîger bersiv da. Artêşa Tirk a ku li pêşberî berxwedana gerîla neçar mayî  û gelek windahî dayî nekarî bi pêş ve biçe. Gerîlayan herî dawî 2’yê Mijdarê bi ser qereqola Çemanê ya Şemzînanê de çalakiyeke karîger kir. Navenda Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku di vê çalakiyê de 19 leşker û 2 qorîcî hatine kuştin."