HPG: Li Xakurkê derb li helîkopterê hate xistin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, li Xakurkê derb li helîkoptereke bi tîpa kobra ya dewleta Tirk a dagirker hatiye xistin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate gotin, "Li dijî êrîşa dagirkeriyê ya li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me 3'ê Îlonê saet 20:30'î li geliyê Şêxzade li dijî helîkoptereke êrîşê ya bi tîpa kobra ku hewl dida bikeve nava herêmê çalakiyek pêk anîn."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku derb li helîkopterê ketiye û neçar maye ku ji herêmê biçe.

Di daxuyaniyê de her wiha hate ragihandin ku di 4'ê Îlonê de ji ber bomberdûmana balafirên şer 2 hevalên wan jiyana xwe ji dest dane û wê agahiyên der barê wan de piştre bi raya giştî re parve bikin.