HPG: Li Xakurkê 3 leşkerên dijmin hatin kuştin

Gerîlayên HPG û YJA Starê li herêma Xakurkê li artêşa Tirk a dagirker xistin. Di çalakiya sabotajê de 3 leşkerên Tirk hatin kuştin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên li Bazîdê şehîd bûn eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyek weşand û ev agahî dan:

"Artêşa TC a dagirker 15'ê Nîsanê li qada Ermûşê ya herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi operasyonê kir. Li dijî leşkerên dijmin ên li qadê belav bûbûn, hêzên me çalakiyeke sabotajê kirin. Di çalakiyê de 3 leşkerên dijmin hatin kuştin. Operasyon heman rojê bi rengekî bêencam bi dawî bû. Yekîneya me ya ku çalakî kir bi rengekî serketî li baregehên xwe vegeriya.

14'ê Nîsanê balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li derdora gundê Çekankê barandin ku li herêma Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê ye. Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehat, lê belê zerara madî gihîşt bexçeyên gelê herêmê.

9'ê Mijdara 2019'an li qada Kirê Hallac ê navçeya Bazîd a Agiriyê di operasyona artêşa TC a dagirker de piştî êrişa hewayî têkilî bi 2 hevalên me re qut bûbû. Her du hevalên me di dema operasyonê de şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameyên hevalên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Bahar Qendîl

Nav paşnav: Hamîde Alî

Cihê jidayikbûnê: Kobanê

Dayik-Bav: Yazê-Abdûrrahman

Dem û cihê şehadetê: 9'ê Mijdara 2019'an / Agirî

Nasnav: Têkoşîn Şoreş

Nav paşnav: Narîn Akçay

Cihê jidayikbûnê: Stenbol

Dayik-Bav: Nûrcan-Abdulkerîm

Dem û cihê şehadetê: 9'ê Mijdara 2019'an / Agirî

Hevrêyên me Tekoşîn û Bahar li dijî polîtîkayên asîmîlasyon û helandinê yên dewletên dagirker û sîstema kapîtalîst ên li ser gelê me, bi bawerî û hişmendiyeke mezin tevlî nava refên berxwedanê bûn û berxwedan mezin kirin. Hevrêyên me xwestin li her devera Kurdistanê têkoşîneke xurt bimeşînin û di vê oxirê de wezîfe û berpirsyariyên dikevin ser milê xwe hemû pêk anîn. Hevrêyên me Bahar û Têkoşîn bi îdeolojiya Rêber Apo ya Jina Azad xwe şareza kirin û li her qada lê bûn bi mîsyona pêşengiyê rabûn. Hevalên me li dijî zîhniyeta dagirker û talanker di her kêliyê de têkoşiyan, di têkoşîna herî dawî de jî bi lehengî li ber xwe dan û şehîd bûn.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûn û sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin û soz didin ku ji bo paşeroja azad û ronahî em ê têkoşînê bi ser bixînin."