HPG: Li Lêlîkanê 3 leşkerên Tirk hatin kuştin
HPG'ê diyar kir, roja 28'ê Çileyê li girê Lêlîkanê yê Başûrê Kurdistanê li dijî artêşa Tirk çalakiyek hatiye kirin û di encamê de 3 leşker hatine kuştin.
HPG'ê diyar kir, roja 28'ê Çileyê li girê Lêlîkanê yê Başûrê Kurdistanê li dijî artêşa Tirk çalakiyek hatiye kirin û di encamê de 3 leşker hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, 28'ê Çileyê saet 15:30'î li herêma Sîdekanê ya Başûrê Kurdistanê li dijî leşkerên Tirk ên li ser girê Lêlîkanê çalakiyek hatiye kirin.
Li gorî daxuyaniyê, derbên giran li çeper û stargehên artêşa Tirk hatine xistin û di encamê de 3 leşker hatine kuştin.
Hate ragihandin, artêşa Tirk piştî çalakiyê bi obus û topên hawanê bombe li herêmê barandiye.
Di dewama daxuyaniyê de li ser bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk agahî hatin dayin.
Hate gotin, "26'ê Çileyê saet 19:30'î balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li qada Kurojehro ya herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Ji ber bomberdûmanê zerar negihişt hêzên me."