HPG: Li Lêlîkan, Colemêrg û Dersimê 21 leşker mirin

Li herêma Lêlîkan a Başûrê Kurdistanê, li Colemêrg û Dersimê di çalakiyên gerîlayên HPG'ê de herî kêm 21 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla yên li Lêlîkan, Colemêrg û Dersimê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

LI LÊLÎKANÊ ÇALAKIYA BERFIREH: 15 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz de roja 7'ê Gulanê saet 16:10'î li girê Lêlîkan ê Başûrê Kurdistanê li dijî artêşa TC a dagirker çalakiyeke berfireh kirin. Hêzên me ji çar aliyan ve li kozikên dijmin ên li ser gir reşandin. Di encamê de 4 kozik hatin rûxandin û bi qasî hate tespîtkirin 15 leşkerên dijmin hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi obus, hawan û balafirên şer bombe li herêmê barand.

3 LEŞKER LI GEVERÊ HATIN KUŞTIN

Hêzên me di çarçoveya pêngava şoreşgerî de heman rojê saet 17:40'î li dijî yekîneyeke artêşa TC a dagirker a li nêzî girê Sîvrî ya li navçeya Gever a Colemêrgê çalakiyek kirin. Derbên giran li yekîneya dijmin hate xistin û 3 leşker hatin kuştin.

LI DERSIMÊ 3 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Ozan û Şehîd Roza de, hêzên me roja 7'ê Gulanê saet 11:45'an li nêzî qereqola Amûtka ya li navçeya Xozad a Dersimê li dijî yekîneyeke veşartî ya artêşa TC çalakiyek kirin. Bi derbên xurt ên li çeperên dijmin hatin xistin 3 leşker hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê termên xwe û leşkerên birîndar bi wesayitên zirxî ji herêmê rakir."