HPG: Li Heftanînê leşkerekî dagirker hate kuştin
Gerîlayên HPG û YJA Starê li herêma Heftanînê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî kirin. Hate ragihandin ku herî kêm leşkerekî Tirk hatiye kuştin.
Gerîlayên HPG û YJA Starê li herêma Heftanînê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî kirin. Hate ragihandin ku herî kêm leşkerekî Tirk hatiye kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla yên li herêma Heftanînê daxuyaniyek weşand.
Daxuyanî wiha ye:
"Roja 9'ê Nîsanê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de ku li herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike, li dijî artêşa TC a dagirker çalakî hatin lidarxistin. Di vê çarçoveyê de;
Hêzên me saet di 10:20'î de li Girê Keçel li dijî leşkerên dijmin çalakiyek pêk anîn. Derbên xurt li stargeh û kozikên dijmin hatin xistin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin.
Saet di 11:00 de hêzên me li girê Şehîd Şêxmûs li dijî leşkeran çalakiyeke sûîqestê kirin. Di çalakiyê de leşkerek hate kuştin. Yekîneyên me yên çalakî kirin bi rengekî serketî li baregehên xwe vegeriyan."