HPG: Li Heftanînê 13 leşker hatin cezakirin

Gerîlayên HPG û YJA Starê di çalakiyên li Heftanînê de 13 leşker cezakirin, 2 kon û mobeseyek îmha kirin.

HPG’ê got ku, “Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê de ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî artêşa Tirk a dagirker di 24’ê Tîrmehê de hin çalakî li dar xistine.”

HPG’ê derbarê çalakiyan ev agahî belav kir:

“Saet di 09.45’an de hêzên me li Qada Şehîd Şîlan a Tepê Kartal li dijî dagirkeran çalakî li dar xist. Hêzên me ji 3 milan ve girte ser dijmin, di van çalakiyan de 2 kon û mobeseyek îmha kirin û 11 leşkerên dijmin cezakirin.

Hêzên me yên YJA Starê saet di 16.30’an de li Girê Şehîd Berxwedan a li qada Xantûrê çalakiyeke sûîkastê li dar xist. Di vê çalakiyê de leşkerekî dijmin hate cezakirin.

Saet di 20.30’an de jî hêzên me li qada Tepê Dûpişk li leşkerên dijmin daye. Di vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.

Ev çalakî ji bo bîranîna rêhevalên me Zelal, Reşat, Argeş û Zinar hatiye lidarxistin.

LI ŞÎFREZA LI DIJMIN HATE XISTIN

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li dijî leşkerên li qada Şîfreza ya Çelêya Colemêrgê yên ku dar dibirîn û kozik dikolan, çalakiyek hate lidarxistin. Hêzên me demeke dirêj leşkerên dijmin şopandine û di 24’ê Tîrmehê de saet di 11.00’an de li leşkeran dane. Di vê çalakiyê de leşkerek hatiye cezakirin û leşkerek jî birîndar bûye. Hêzên dagirker piştî çalakiyê operasyonek dane destpêkirin lê di heman rojê de ji qadê vekişiyane.

OPERASYONA LI ELBAKÊ BÊYÎ ENCAM VEKIŞIYA

Di 12’ê Tîrmehê de artêşa Tirk a dagirker li qada Aşkîta ya Elbaka Wanê operasyoneke dagirker a mezin da destpêkirin. Hêzên dagirker di 20’ê Tîrmehê de bêyî ku encamê werbigire ji qadê vekişiyan lê li qadên Axula, Gozeldere, Aşkîta, Sûlavê û Paçanê kemîn danîne.”