HPG: Li Dersim, Barzan û Geverê 10 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku li Dersim û Barzanî derbên giran li artêşa Tirk hatiye xistin û 10 leşker hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniya HPG-BÎM’ê, li Gever 1, li herêma Barzan 4 û Dersimê 5 leşker ji aliyê hêzên gerîla ve hatine kuştin.

Agahiyên di daxuyaniya HPG-BÎM’ê de wiha ye;

LI GEVERÊ LEŞKEREK HATE KUŞTIN

“Hêzên me di çarçoveya qonaxa duyemîn a Pêngava Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de, di roja 13’ê Cotmehê seat 09:20’an de li dijî hêzên dagirker yên li girê Şehîd Elîşêr yê girêdayî  navçeya Gever a Colemêrgê çalakiya sûîqastê li dar xistine. Di çalakiyê de leşkerek hate kuştin.

LI BARZANÊ 4 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Roja 27’ê Îlonê artêşa Tirk a dagirker bi armanca dagirkirinê li herêma Barzan a dikeve nav sînorên Başûrê Kurdistanê operasyonek dabû destpêkirin. Hêzên me roja 13’ê Cotmehê di saet 15:00’an de li girê Koordîne yê girêdayî herêma Adilbeg li dijî yekîneya dijmin çalakiyek li dar xist. Li vê derê bi qasî hate tespîtkirin 4 leşker hatine kuştin.

LI DERSIMÊ 5 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di 13’ê Cotmehê de hêzên me yekîneyeke dijmin a ku li derdora gundê Kale Kundir a Dersimê kemîn danîbû, xistine bin kontrola xwe. Di heman rojê saet di 14.00’an de hêzên me li vê yekîneyê dane. Di vê çalakiyê de 5 leşker hatine kuştin û leşkerek birîndar bûye.

Hêzên dagirker piştî çalakiyê leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji qadê derxistine û bi helîkopteran li qada çalakiyê dane.