HPG: Li Colemêrgê 13, li Dersimê jî 3 leşker hatine kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê kitekitên çalakiyên Dersim û Colemêrgê eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li Colemêrgê di çalakiyên li dijî artêşa Tirk de 13 leşker hatine kuştin.

HPG’ê diyar kir ku li Dersimê li ‘Yekîneya Veşartî’ dane û 3 JOH hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Çewligê leşkerek hatiye kuştin û operasyona li Mêrdînê jî bêyî ku encamê werbigire bi paş ve hatiye vekişandin.

Daxuyaniya îro ya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wisa ye:

LI COLEMÊRGÊ 13 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de  hêzên me li Şemzînan û Çelê yên bi ser Colemêrgê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistine.

Di 15’ê Tîrmehê de saet di 10.15’an de hêzên me li dijî leşkerên artêşa Tirka a dagirker yên li girê Genîş Tepe yê Şemzînanê hin çalakî li dar xistine. Di vê çalakiyê de 4 kozik hatine îmhakirin û bi qasî ku hatiye tespîtkirin 12 leşker hatine kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi obus û hawanan li qada Karker û Berekeskê daye.

Di 14’ê Tîrmehê de saet di 11.40’an de hêzên me li dijî yekîneyên dijmin ên li girê Şehîd Mazlûm a bi ser Çelê çalakiyek li dar xistiye. Di çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin. Di heman rojê de saet di 16.00’an de hêzên me li dozerekê dane ya ku li Girê Şehîd Mazlûm xebata rê dikir, li vê derê leşkerekî dijmin hatiye kuştin.

Di 14’ê Tîrmehê de artêşa Tirk a dagirker li qada Serero ya Şemzînanê bi pêşengiya cerdevanan operasyonek dane destpêkirin. Di 15’ê Tîrmehê de saet di 03.00’an de operasyona heta girê Koordîneyê, Girê Kelatê, girê Havûza Tirikê û pişta Bêtkarokê domiyaye û di heman rojê saet di 11.00’an de bêyî ku encamekê werbigire, vekişiyaye.

 

LI MÊRDÎNÊ OPERASYON

Di 10’ê Tîrmehê de saet di 21.00’an de artêşa Tirk a dagirker li gundên Dêrkut, Baskin, Gizrê, Roberê û Xelîla ya bi ser Kerboranê ya Mêrdînê operasyonek daye destpêkirin. Di 11’ê Tîrmehê de saet di navbera 01.00 û 02.30’an de bi balefirên şer qad bomberdûmen kirine. Operasyon di 12’ê Tîrmehê de bêyî ku encamê werbigire, vekişiyaye.

LI ÇEWLIGÊ LEŞKEREK HATE KUŞTIN

Di 14’ê Tîrmehê de saet di 16.15’an de hêzên me li nîzamiyeya qereqola Seterê ya Xorxolê ya Çewligê dane. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin leşkerek hatiye kuştin.  Piştî çalakiyê qereqolê bi çekên giran li qadê daye.

LI DERSIMÊ LI YEKÎNEYA VEŞARTÎ DAN: 3 MIRÎ

Di 13’ê Tîrmehê de artêşa Tirk a dagirker li Dersimê operasyonek daye destpêkirin. Di heman rojê de hêzên me yên YJA-Starê li Kurê Spî ya Dersimê yekîneyeke JOH’ê xistine bin kontrola xwe û di saet 15.00’an de li dijî wan çalakiyek li dar xistine. Hêzên me ji nêz ve li wan dane û  3 heb jê hatine kuştin û 2 jê jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê leşkeran dev ji gir berdane û bi helîkopteran leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji qadê derxistine. Ev çalakî ji bo bibîranîna şehîdên Dersimê hatiye lidarxistin. Di operasyonê de ya ku didome, hêzên dagirker li qadê kemîn danîne.