HPG: Li Bazîdê 4 leşker hatin kuştin, 2 leşker birîndar bûn

HPG'ê ragihand, li navçeya Bazîd a Agiriyê di çalakiyên gerîla de 4 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser çalakiyên di çarçoveya "Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî" de li Eyaleta Serhedê hatin kirin, agahî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî de ku li Eyaleta Serhedê bi rê ve diçe, hêzên me roja 17'ê Adarê li navçeya Bazîd a Agiriyê li dijî girê parastina qereqola Serêkanî ya artêşa TC a dagirker çalakiyek kirin. Derbên giran li leşkerên dijmin ên li ser gir hatin xistin û di encamê de 2 leşker hatin kuştin leşkerek jî birîndar bû. Hêzên me heman rojê saet navbera 19:00-19:30 de 2 caran li yekîneya dijmin a li heman girî xistin. Di van çalakiyan de 2 leşker hatin kuştin, leşkere jî birîndar bûn."